Xelkê Amedê: Girtî û malbatên nobeda edaletê digirin rûmeta me ne 2022-03-31 09:05:23 AMED - Xelkê Amedê têkildarî rewşa girtiyên siyasî û nobedên edaletê axivîn û gotin: “Malbatên ku nobeda edaletê digirin û girtiyên siyasî rûmeta me ne.”  Li girtîgehan ji ber binpêkirina mafan her ku diçe rewşa girtiyan dikeve xetereyê. Li girtîgehan mafên girtiyan tên binpêkirin û zilm û tahde li girtiyan tê kirin. Di nav salêkî de bi dehan girtî, heman demê de di nav hefteya dawî de jî 2 girtî jiyana xwe ji dest dan. Malbatên girtiyan ji bo girtî nemirin û girtiyên cezayê wan qediyaye bên berdan bi mehane nobeda edaletê digirin. Nobedên edaletê yên li Amed, Wan, Îzmîrê û Stenbolê berdewam dikin û malbat dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan. Me rewşa girtiyan û nobedên edaletê ji xelkê Amedê pirsî.   ‘DÊ RÊÇA WAN JÎ LI AMEDÊ NEMÎNE’   Metîn Uzum anî ziman li Tirkiyê ji her alî ve bêhiqûqî heye û got: “Edalet hebûya em îro wisa nedibûn û ewqas bêhiqûqî jî nedibû. Em dibînin ku ji bêedeletiyê gelek kes di girtîgehan de ne û nayên berdan. Ev rewşekî kêfî ye û biryarên siyasî ne. Ev kêfiyet wekî îşkenceyê li ser kurdan tê meşandin. Ew ên ku van tiştan dikin gişt li ber çûyînê ne. Wê tu şopa wan jî li Amedê namîne. Malbatên ku nobeda edaletê digirin jî ji aliyê kesekî ve nayên dîtin. Ne ji aliyê muxalefetê ve ne jî ji aliyê partiyên din ve dengek nayê derxistin.”    '40 SALIN LI DIJÎ ZEXTAN TÊKOŞÎN HEYE’    Recep Aydin jî destnîşan kir ku desthilatdar dixwaze bi polîtîkaya zextan bi ser bikeve û wiha axivî: “Di girtîgehê de merivên bêsûc û bêguneh hene. Em dibînîn ku polîtîkayên tundî û fişarê tên meşandin. 40 sal e tekoşînek heye û hê jî berdawam dike. Endamek û rêveberek AKP’ê di girtîgehan de tune ye. Hemû siyasetmedar, endam û rêveberên HDP’ê û partiyên muxalîf girtî ne.”    ‘MIRINA GIRTIYAN HOVÎTÎ YE’    Bayram Engîn mirina girtiyan wek “hovîtiyê” pênase kir û wiha axivî: “Pergal bi hişmendiya tolhildanê nezîkê girtiyan dibe û ev ne insanî ye. Li Tirkiyê peyva edaletê bûye peyvek bêwate. Tirkiye bi hişmendiya çetebûnê tê birêvebirin. Em dibînin ku li cihekî daxwaza edaletê heye lê li aliye din muxatab tune ye. Dema mijar dibin kurd, îktidar jî muxalafet jî dibin yek. Her du jî ji bo kurdan çareseriyê naxwazin.”    ‘MALBAT RUMETA ME NE’   Rêdar Taş jî anî ziman ku girtî li girtîgehan ji ber polîtîkaya qirkirinê jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Ji ber ku em kurd in em di vî halî de ne. Em vê qabûl nakin. Malbatên ku nobeda edaletê digirin ez têm destê wan ji ber ku ew rûmeta me ne. Hem li girtîgehan hem jî li derve zextekî zêde heye. Em van zext û zordariyan qebûl nakin. Yê ku Tirkiyê bi rê ve dibin, ne bi aqilane wisa dikin, tenduristiya wan ne baş e. Pêwîste rêya azadî û mirovatiyê bê vekirin.”    ‘EDALET BÛYE WEKÎ LASTÎKÊ’   Hakim Taş jî bal kişand ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk û got: “Aysel Tugluk nikare pêdiviyên xwe bîne cih. Pêwîste tavilê bê berdan. Gelek girtiyên wekî Aysel Tugluk hene ku sûcê wan çi dibe bila bibe divê bên berdan. Em vê yekê wek polîtîkayên pergalê dibînin. Edalet bûye wekî lastîkê û tu bi kîjan alî ve bikişînî dê bi wî alî ve velize.” Taş anî ziman ku desthilatdar dixwaze gel bitirsîne, terbiye bike û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Newroz çêbû û destûr jî hatibû girtin lê ji bo ku gel nekeve qadê çi ji destê wan hat kirin. Lê tevî vê yekê jî gel li qadê kom bû û li hemberê vê yekê bertek nîşan da, tirsê şikand. Gava ku gel were ba hev, her zext û astengî dikare bê şikandin.”    ‘GIRTIYAN QETIL DIKIN’    Bîlgî Ulke jî bal kişand ser girîngiya tenduristiya girtiyan û got: “Heke cezayê girtîyek biqede hûn nikarin wî/wê li girtîgehê bigrin. Bi kîjan sedemê hûn van girtiyan bernadin? Girtîgeh û rayedar nikarin girtiyan bi rewşek mirinê re rûbirû bihêlin. Dema ev bê kirin, hûn girtiyan qetil dikin.”   ‘NOBEDÊN EDALETÊ WÊREKIYEK MEZINE’   Bayram Cabîr jî da zanin ku demên berê jî ev zext û zordarî li ser girtiyan pêk dihatin û wiha axivî: “Dîrok dubare dibe ev polîtîkayên êriş, zext û îşkenceyê her tim li ser kurdan hat meşandin. Li girtîgehan biryarên bi kêfî tên girtin û pêkanîn. Dema ku girtiyek ji bo girtîgeheke din neqla xwe dixwaze, daxwaza wî/wê nayên bicihanîn û bi awayekî kêfî neqlî girtîgehekî din dikin. Ev yek ji malbatên girtiyan re jî nayê gotin. Ev polîtîkaya tenêhiştinê ye. Bi taybetî jî îktidar herî zêde polîtîkaya tenêhiştinê dimeşîne. Dixwazin bi tirs û birçîhiştinê gel terbiye bikin. Bi rastî jî mirovahî çi ye nizanin. Hiqûqa nawnetewî jî nas nakin. Malbatên ku li dijî neheqî û zilma li ser girtiyan nobeda edaletê digirin, pîroz dikim.”    MA / Ceylan Şahînlî