ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-31 09:00:27 * Mehmet Ocalan, diyar kir ku ji sala 2004'an ve roja jidayikbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî girseyî tê pîrozkirin û ev bang kir: "Di 4'ê Nîsanê de em li benda mêvanên Ocalan in." * Xelkê Amedê têkildarî rewşa girtiyên siyasî û nobedên edaletê axivîn û gotin: “Malbatên ku nobeda edaletê digirin û girtiyên siyasî rûmeta me ne.”    * Cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadiyê Tara Huseyîn, Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman a ku PDK di nav de ye rexne kir û got, armanc bi şirîkantiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye.   * Waniyan diyar kir ku beriya meha Remezanê hemû tişt li ser hev du biha bûne û gotin, ev pirsgirêk dê bi çûna îqtidarê çareser bibin.    * Bîlal Eser, birayê Erhan Eser ê ku li Beylîkduzuyê polîsan ew kuşt, anî ziman ku polîsan belesebeb birayê wî kuştine.    *  Kîloya penêrê bisîrik ê Wanê, ji ber zeman bû 120 TL. Ji ber vê liv û tevgera li Çarşiya Penêrfiroşan kêm dibe.   * Girtiyê nexweş Abdûllah Boran ê 82 salî, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Hat hînbûn ku rapora wî ya "mayîna wî ya li girtîgehê ji bo jiyana wî talûke ye" hebûye, lê dîsa jî nehatiye berdan.    * Hunermend Devrîm Demîr, bi lêv kir ku Nûdem Dûrak ji bo ku stranên kurdî gotiyê ceza lê hatiyê birîn û got: “Cihe Nûdem ne girtîgeh e li ser dikê ye. Wekî din jî Nûdem girtiyek nexweş e divê demildest bê berdan.”   * Dayika girtiyê nexweş Reşît Ûyar, Kudret Ûyar a ku emrê wê 100 salî ye, 3 sal in kurê xwe nedîtiye. Yekane daxwaza Ûyar a rewşa wê ya tendûristiyê jî nebaşe ew e ku cara dawî jî be kurê xwe bibîne.    * Avahiyên ku li taxên Sûrê hatibû xerakirin û paşê ji nû ve hatibûn çêkirin, veguherandin platoya rêzefîlmê TRT 6'ê.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 388'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê kuştina Recep Hantaş (20) de hatiye vekirin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00)   * Danişîna ewil a doza nûçegihanê me Enes Sezgîn û rojnamevan Sena Dolar jî di nav de derbarê 40 kesî de hatiye vekirin dê li Dadgeha Buyukçekmeceya Stenbolê bê lidarxistin. (09.00)   * Danişîna doza nivîskar Yavûz Ekîncî yê ku derbarê Kobanê de li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal parvekirinan kiribû û jê tê darizandin dê li Dadgeha Stenbolê bê lidarxistin. (09.30)   * Danişîna doza derbarê nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer de hatiye vekirin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.45)   * Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Sêrtê dê kongreya xwe ya asayî bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li dar bixe. Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Çewligê jî kongreya xwe ya asayî dê bi tevlibûna Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li dar bixe. (10.00) ZINDÎ   * Danişîna 11'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)    * Danişîna doza Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê yê berê Behçet Yildirim dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (11.30)   * Danişîna doza derbarê edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Abdurrahman Gok de hatiye vekirin dê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (11.30)   * ÎHD û rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî dê têkildarî doza girtinê ya derbarê HDP'ê de hatiye vekirin li Yekîtiya Mulkiyeler a li Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Wan, Stenbol û Îzmîrê berdewam bike. (13.00-16.00)