Hikûmeta Iraqê dê biryara xwe ya ji bo nefta Başûr pêk bîne 2022-03-30 15:29:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Neftê ya Iraqê ji bo ku biryara Dadgeha Bilind a Federal a derheqê nefta Herêma Federal a Kurdistanê de bi cih bîne, kete nava liv û tevgerê.  Wezareta Neftê ya Iraqê têkildarî biryara Dadgeha Bilind a Federal a derheqê nefta Herêma Federal a Kurdistanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê kargeheke ku navenda wê li Hewlêrê were avakirin û ev kargeh jî dê girêdayî hikûmeta navendî be. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dadgeha Bilind a Federal di 15’ê sibatê de biryar dabû û destnîşan kiribû ku Herêma Federal a Kurdistanê nikare bêyî agahiya hikûmeta navendî neftê bifiroşe û ev yek weke binpêkirina qanûnê diyar kiribû.    Wezareta Neftê ya Iraqê jî ji bo pêkanîna vê biryarê kete nava hewldanan. Li gorî nivîsa ku Wezareta Neftê ya Iraqê di 24’ê adarê de ji Herêma Federal a Kurdistanê re şandî; wezaretê ji Herêma Federal a Kurdistanê xwest ku kopyaya hemû peymanên di sala 2014’an de hatine îmzekirin di nava 15 rojan de ji wan re bên şandin. Wezaretê xwest ku qeydên firotina neft û xazê û dahatên ji îxracatê hatine girtin, agahî bên dayîn.    Wezaretê xwest ku kargeheke ku îxracata neft û xaza Herêma Federal a Kurdistanê birêve dibe bê avakirin. Di daxwazê de tê gotin ku ev kargeh dê ji hêla hikûmeta navendî ve bê birêvebirin û navê wê jî dê KROC be. Tê destnîşankirin ku navenda kargehê dê li Hewlêrê be.    Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di 28’ê adarê de ragihand ku rojê 500 hezar varêlên neftê îxrac dikin û di demekî nêz de dê li ser Tirkiyeyê xazê bifiroşin Ewropayê.    Her wiha Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî jî di 16’ê sibatê de diyar kiribû ku ji bo bicihanîna biryara Dadgeha Bilind a Federal û koordînekirina kargehên neftê yên Herêma Federal a Kurdistanê, Wezareta Neftê ya Iraqê peywirdar kiriye.