Ji ber ku qeyûm rê venake 5 roj in nikare bê veşartin 2022-03-30 12:08:23   ERZIROM - Zarokên Hakîfe Gol ku jiyana xwe ji dest daye, ji ber ku rêya gundê wan ji ber barîna berfê hatiye girtin û nayê vekirin, 5 roj in nikarin cenazeyê dayika xwe biveşêrin.    Li gundê Mergezer ê navçeya Tatos a Erziromê, welatiya bi navê Hakîfe Gol (85) di 26'ê adarê de jiyana xwe ji dest da. Zarokên Gol ku li Stenbolê dijîn ji bo cenazeyê dayika xwe ji Stenbolê hatin Tatosê. Lê ji ber ku rêya gundê wan 3 roj in ji ber barîna zêde ya berfê girtiye nikarin biçin û gund tevlî merasîma cenazeyê dayika xwe bibin. Ji bo tevlîbûna merasîma cenazeyê wê cenazeyê Gol li Mala Cemê ya li gund tê rawestandin. Kurê Gol Alî Haydar Gol, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku ji ber rêveberiya qeyûm a şaredariya navçeyê rêya gundê wan vanake, 3 roj in nikarin biçin gund û dayika xwe veşêrin.    Gol, di berdewamê de destnîşan kir ku rexmî çend caran ji bo vekirina rê bi şaredariyê re ketine têkiliyê jî rêya gundê wan nayê vekirin û ev tişt anî ziman: "Li vir bi awayekî aşlera cihêkarî heye. Ji ber ku em kurd û elewî ne vê ji me re rewa dibînin. Ev helwesta şaredariyê nayê qebûlkirin. Bila demildest vê bêhiqûqiyê bi dawî bikin û rê vebikin.