Rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê: PDK ji bo rojnamegeran astengiyan derdixe 2022-03-30 09:26:26   NAVENDA NÛÇEYAN- Rojnamegerên ku li Başûrê Kurdistanê kar dikin gotin: "Deriyê parêzgeha Hewlêr û Duhokê li ber çapemeniya azad girtî ne. Bi tu awayî nahêlin rojanemgerên ne nêzî desthilatdarê li wir kar bikin."   Li gor rapora Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ya sala 2020'an, li hemberî 365 rojnamevanan û 47 saziyên çapemeniyê zêdetirî 138 bûyer rûdane. Di nav van bûyeran de binpêkirinên mafan, binçavkirin, lêxistin, astengkirina şopandina bûyeran, gilîkirin û girtina saziyên çapemeniyê hene. Girtina rojnamevanan jî bi pîranî piştî çalakiyên protestoyî yên bi daxwaza edaletê hatibûn lidarxistin, destpêkirine. Di dema protestoyan de nêzî 70'ê rojnameger hatibûn girtin. Li herêmê bi giştî niha nêzî 20 rojnamevan di girtîgehan de ne. Gelek ji van bi kefaletê hatine berdan, lê gelek ji wan jî hê de girtîgehan de tên girtin. Rojnamegerên ku di şert û mercên dijwar de dixebitin ji bo ku gelê herêmê ji rastiyan agahdar bikin, li ber xwe didin.    Bajarên ku di bin kontrola Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de jî li ber rojnamegerên muxalif  hatine qedexekirin û rojnamegerên ku dixwazin biçin wan deran nûçeyan çêbikin û bişopînin jî yan tên binçavkirin û yan jî dîmenkêş û wênekeşên wan tên desteserkirin. Rojnamegerên ku li Silêmanîyê, Şengal û Mexmûrê dixebitin têkîldarî astgengî û gefên bi wan re rû bi rû dimînin axivîn.     RÊBAZÊN TUNDIYÊ   Nûçegihanê Rojnewsê Berhem Letîf yê ku li bajarê Silêmaniyê dixebite diyar kir ku PDK ji ber ku ji ragihandina azad ditirse zext û êrişên xwe yên li dijî çapemeniyê zêde dike û wiha axivî: "Rewşa rojnamegeran bi rewşa giştî re eleqeder e. Geşedanên weke siyasî, aborî bandora xwe li ser azadiya ragihandinê dikin. Em jî bi binçavkirin, girtin, astengkirin û tundiyê re rû bi rû dimînin. Azadiya çapemeniyê li vir pir hatiye tengkirin. Ragihandina ku ji derveyî desthilatdaran kar dike, nûçeyan çê dike û bi awayekî azad rojnamegeriyê dike bi girtin, astengî û gefan re rû bi rû dimîne. Her rêbazeke tundiyê pêk tînin. Desthilatdariya heyî dixwaze çapemeniya azad bi paş de gav biavêje. Ji bo ku gendelî û têkoşîna li dijî wê neyê dîtin her roj  pêkanînên nû yê ku  pêşî li çapemeniyê digirin tên zêdekirin. Lê belê ji ber ku çapemeniya azad li ser fikreke azad kar dike, çi qasî astengî hebin jî nikarin pêşî li ragihandinê bigirin. Îhtîmal e ku bandor bike, lê pêşîgirtin çênabe. Ji ber ku armanca desthilatdaran a esasî ew e ku pêşî li xebatên ragihandina azad bigire. Tevî hemû êrişan jî çapemeniya azad li vir ji bo rastiyê ragihîne raya giştî têdikoşe. Astengî hene, girtin û binçavkirin hene lê belê nikarin xebatên çapemeniya azad bidin sekinandin."    'PDK DESTÛR NADE RAGIHANDINA AZAD KAR BIKE'    Rojnameger Letîf, da zanîn ku li herêmê çûna gelek bajar û cihan li ber çapemeniya azad hatine qedexekirin û wiha domand: "Li Başûrê Kurdistanê 2 alî  hene. Aliyê zer PDK û yê kesk jî YNK ye. Aliyê zer ji bo ragihandina azad qedexeye. Yanî deriyê parezgeha Hewlêr û Duhokê li ber çapemeniya azad girtî ne. Bi tu awayî nahêlin ji xeynî rojnamegerên nêzî desthilatdariyê rojnamegerên din li wir kar bikin. Rojnamegerên ku dixwazin li ser pirsgirêkên heyî nûçeyan çêbikin PDK destûr nade wan. Di 23'yê Nîsana 2021'ê de Tirkiyeyê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê 306 caran çekên kîmyewî bi kar anîn. Lê PDK'ê bi tu awayî destûr neda ku rojnemegerek biçe li wan aliyan wê mijarê bişopîne û li ser vê lêkolîn bike. Bi awayekî aşkere PDK destûrê nade ku ragihandina azad kar bike. Ragihandina ku ne li gel desthilatdariyê be, ji bo wan pirsgirêk e. Ez bi xwe çend caran ji ber kar hatime girtin. Ji ragihandinê re astengî tê çêkirin, rojnamevan tên girtin û amûrên wan tên desteserkirin. Heta ku tê wê astê ku malparên ragihandina azad tên girtin. Lê ragihandina azad bi berxwedaneke xebata xwe didomîne."   'BI QASÎ KU ME DIŞOPÎNIN BILA MÎT'Ê BIŞOPININ'    Letîf, diyar kir ku ew gelek caran rastî astengiyan hatiye û got: "Ez bi xwe 2 caran hatim girtin. Carekê ji ber ku me çalakiyên xwendekarên zanîngehê dişopandin hatim binçavkirin. Ez 2 rojan di binçavan de mam. Her tiştên me hatin desteserkirin. 4 meh li ser bûyerê derbas bûye, lê hê jî wênekêş, dîmenkêşên me nedane me. Bi vî rengî dixwazin ku xebatên me bidin sekinandin. Ev pêkanîn tenê zirarê dide wan. Îradeya ragihandina azad bi desteserkirina wênekeşan nayê teslîmgirtin. Rojnamegeriya azad biryareke bîrdozî ye. Ji aliyê PDK'ê ve gelek caran ji milê îstîxbaratê ve em hatine şopandin. Weke ku rojnamegerên çapemeniya azad li dijî welêt tevdigerin. Qasî ku me dişopînin bila MÎT'ê bişopînin ku bê li Başûrê Kurdistanê çi dike. Em rojnameger in û ji bo welatê xwe kar dikin. Yê ku gefan li me dixwin, yê ku li ser me lêpirsîna didin destpêkirin ew in, ê ku berjewendiyên deskeftiyên neteweyî xistine bin destê Tirkiyeyê PDK bi xwe ye. PDK niha deriyê Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyeyê û MÎT'ê re vekiriye. Yê ku li hemberî ragihandina çapemeniya azad disekinin wan bi xwe Başûrê Kurdistanê xistine bin metirsiya herî mezin. Dewleta tirk tu caran azadiya Başûrê Kurdistanê naxwaze. Dixwaze Başûrê Kurdistanê ji berjewendiyên xwe re bike bazarek. Dema tu nûçeyekê li dijî hikûmetê çêbikî ewlekariya te li herêmê namîne. Nikarin me bidin sekinandin. Tu hêz nikare dengê ragihandina azad bêdeng bike."   'NAHÊLIN KU EM BIÇIN HEWLÊR Û DUHOKÊ   Rojnameger Armanc Herekol jî ku li Wargeha Mexmûrê rojnamegeriyê dike, anî ziman ku li wargehê weke her kesî ew jî di bin dorpêça PDK'ê de ne û got: "PDK li herêmê destûr nade ku em xebatên xwe yên çapemiyê bidin meşandin. Dest ji çûyîna Hewler û Duhokê berdin, em li hundirê Mexmûrê nikarin kar bikin. Ji ber ku em çapemeniya azad in. Em nikarin mîna wan rastiyan veşêrin û berevajî bikin. Em rastiya heyî radigihînin. Ragihandina rastiyan jî ji wan re giran e. Me her carê weke hedef didin nîşandan. Kî rastiyan binivîse bi taybetî hedef tên nişandin an jî ya tên girtin, ya jî gef li wan tên xwarin. Li Mexmûrê jî mixabin ev astengî heye. Li gorî hiqûqa navneteweyî ya pêwîst ew e ku em bi awayekî azad bixebitin û bikaribin biçin her derê. Lê mixabin vî mafî nadin me. Lê belê li tevî hemû astengiyan em qadên xwe berfirehtir dikin û xebatên xwe didin meşandin. Nahêlin ku em biçin Hewlêr û Duhokê. Çimkî dizanin ku rastî çi be em ê binivîsin û zilma wan a li ser gel teşhîr bikin. Ji ber ku firotina xaka Kurdistanê em ê teşhîr bikin, ji ber wê her rêyan li me digirin. Zilm û dorpêça li ser wargeha Mexmûrê em dinivîsin  ji ber wê jî me asteng dikin. Lê li tevî hemû astengiyan jî em li qadan in û em ê heta dawiyê jî rastiyan binivîsin. "   'DÎMENKÊŞA ME RASTIYA ME YE'    Ji Şengalê Rojnameger Xelîl Şengalî jî bi lêv kir ku ew gelek caran di nûçe şopandinê de rastî guleyên leşkerên Hikûmeta Iraqê û PDK'ê hatine û wiha axivî: "Bi taybetî li Şengalê û li tevahiya Başûrê Kurdistanê astengî û rêgirtina li ber xebatên ragihandinê pir zêde bûne. Lê belê rewşa Şengalê ji her derê cudatir e. Ji ber ku di Şengalê de hêzeke leşkerî heye. Ji ber wê jî karê me her carê tê astengkirin. Gelek rojnameger li Şengalê şehîd ketin. Ev jî bi guleyên hikûmeta Iraqê û PDK hatine qetilkirin. Yek ji wan jî şehîd Nûjiyan bû. Ev hê niha jî berdewam dike. Di encama êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên hewayî de jî her carê rojnemavan dibin hedef. Gelek rojnameger jî hatine binçavkirin. Ez bi xwe jî yek ji wan im. Li Sinûnê dema ku min bernameyek dişopand hatim binçavkirin û amûrên me hatin desteserkirin. Di gelek çalakiyan de jî em rastî êrîşan hatine û bûne hedefa guleyên wan. Gelek caran dema ku em dîmen dikêşin û dema ku ew pê dihesin yekser gule direşînin. Ez bi xwe 2 caran rastî vê yekê hatime. Li hemberî zextên wan em ê rûyê wan ê reş derbixinin holê. Êrişên li ser Şengalê û zextên li ser Şengalê bandorê li ser karê me dike. Dema ku em hevpeyvînek di wateya çandî de bigirin jî, ew wekî neqanûnî tê dîtin. Em nikarin di noqteyên ku di bin kontrola PDK'ê de ne derbas bibin. Ji ber van êrîşan xelkê Şengalê jî nikare peyamên xwe bi awayekî azad bidin bihîstandin. Dema ku ji ragihandinên din re jî diaxivin axiftinên wan tên qedexekirin. Ew kesên ku girêdayî wan bin, dikarin bi awayekî azad bi her derî ve biçin. Lê dema ku endameke ragihandina azad be bi her awayî tên astengkirin. Qanûnên wan jî dibêjin, 'yan tu dê li gorî berjewendiyên me kar bikî û yan jî ez ê destûra kar nedim te.' Lê vê yekê nikarin li ser me bidin ferzkirin. Dîmenkêşa me rastiya me ye. Em dikarin bi rêya ragihandinê civakê ronî bikin. Dixwazin civaka êzidî bikin kole. Lê em ê bi karê xwe yê ragihandinê nehêlin. Ji me ditirsin, lê em natirsin. Êrîşên wan çi qasî zêde bibin, wê hêza me jî ew qasî zêde bibe."   MA / Zeynep Dûrgût