Çavê Cemiyeta Belawekirina Ilmê ji rantê têr nabe! 2022-03-30 09:06:38 MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, bi hinceta "çêkirina wargeha xwendekaran" bi milyonan lîre pere dabû Cemiyeta Belawekirina Ilmê. Niha jî Şaredariya Artûklû ya AKP'ê jî qenciyek lê kir.  Ranta ku qeyûm ber bi Cemiyeta Belawekirina Ilmê ve dişînin bênavber didome. Di sala 2018'an de li bajêr dest bi çêkirina Wargeha Xwendekaran a Selahattîn Eyyubî ya Cemiyeta Belawekirina Ilmê hatibû kirin, lê înşeata wê nehatibû temamkirin. Ji bo înşeat bê temam kirin rêvebiriya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo înşeata wê îhale çêkiribû. Niha jî derket holê ku Şaredariya Artûklû ya AKP'î jî bi hezaran pere daye cemiyetê.    Şaredariya Artûklû ya AKP'î ewilî ji bo wargehê 69 deriyên odeyan kirîne. Ê ku derî xwestine jî Serokê Cemiyeta Belawekirina Ilmê ya Şaxa Mêrdînê Necmettîn Başboga bûye.    Şaredariyê ji bo 69 deriyan 150 hezar pere xerc kiriye. Piştî stendina deriyan bi 2 mehan Başboga vê carê jî doza 97 deriyên WC'yê kiriye. Şaredariyê jî ji bo van deriyan 95 hezar pere xerc kiriye.    Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ji bo çêkirina înşeata wargeha cemiyetê îhaleyek bi milyon û 139 hezar lîreyî çêkiribû. Her wiha di sala 2018'an de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di bin banê qeyûm de jî ji bo selihandin avahiya Kursa Hafiztî û Quranê ya Hz. Fatma ya Cemiyeta Belawekirina Ilmê îhaleyek çêkiribû. Rêvebiriya qeyûm îhale bi milyon û 255 hezar TL'yî çêkiribû.    MA / Ahmet Kanbal