Li dijî qeyûman şaredarîtiya bêşaredarî 2022-03-30 09:03:03 WAN - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku behsa texrîbatên qeyûm ên li bajêr kirin, anî ziman ku li dijî qeyûman li gor derfetên xwe "şaredarîtiya bêşaredarî" dikin.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî yên 31'ê adara 2019'an de 65 şaredarî bi dest xistibûn. Ji van şaredariyan 6 jê bi hinceta hevşaredarên wan bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatine îxrackirin mazbata nehatibû dayîn. Piştî hilbijartinan bi 5 mehan di 19'ê tebaxa 2019'an de qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû kirin. Paşê qeyûm tayînî 48 şaredariyên HDP'î yên din jî hatibûn kirin.   Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci, polîtîkayên AKP'ê yên tayînkirina qeyûman û îcraetên qeyûman nirxand.   TEXRÎBATÊN QEYÛM   Avci, destnîşan kir ku polîtîkaya qeyûmtiyê darbeyeke siyasî ya li hemberî vîna gel e û bal kişand ser texrîbatên qeyûman. Avci, li ser texrîbatên qeyûman ên li Wanê sekinî û got: "Qeyûm çawa hat, di roja ewil de hemû kesên ku me diziya wan tespît kiribû, dosyeyên wan temîn kiribûn û me yê wan bidana ber dadgehê cardin anî danî ser kar. Îcraeta wî ya ewil ev bû. Ya dudoyan jî çêkirina kolanên vîzyonê bû. Li vira jî çavkaniyên cemaweriyê pêşkêşî alîgirên xwe kir. Li cihekî ku du stûn têr dikin pênc dîreg çikandin. Maliyeta stûnan di navbera 6-7 hezar TL'yan de bû, lê ji bo her stûnê  fatûreyeke 19-20 hezar TL'Yî çêkir. Heman şîrket li heman bajar û navçeyên din jî eynî tişt çêkiriye. Anku ranta herêmê dane hinekan. Belasebeb cardin kolan qîr kirin. Lê berî zivistan biqede ew kolan cardin bûn wek xwe yê berê. Qadên hêşîn hebûn, bi betonê ser wan girtin. Mudaxileyî qadên jinan, ciwanan û çandê kirin. Mudaxileyê tabelayên kurdî yên li gundan kirin. Êriş birin ser zimanê kurdî. Park û baxçe bê xwedî hatin hiştin. Di dema Bekir Kaya de projeyeke şitlan a girîng hatibû çêkirin û ji sedî 90 wê temam bûbû. Ev proje niha hatiye sekinandin. Dilê mirovan diêşe. Projeya me ya ji bo sewalvanî û çandiniyê hebû, lêq eyûm ew jî da sekinandin. Bi projeya Meydana Bajêr esnaf hatin mexdûrkirin. Otoparka qatqatî kirin AVM. Oereyê şaredariyê hat berbakirin. Xizmeta kesên ne ji xwe nakin.    Avci, destnîşan kir ku qeyûm qadên erdhejê jî veguherandina qada rantê û pêşkêşî alîgirên xwe kirine.    ‘QEYÛM TALANKER IN'   Avci, diyar kir ku av jixweber heya nava Wanê tê, lê îro ro Wan li Tirkiyeyê di rêza duyemîn de ye di warê ava biha de û got: "Me yê ev av tenê bi heqê mesref belav bikira, lê niha ava herî biha didin gel. Bi ser de jî kesên nikarin heqê avê bidin, wan didin ber îcraayê. Gel tê mexdûrkirin."    72 HEZAR TL MEAŞ   Avci, bal kişand ser meaşê qeyûman jî û got: "Qeyûm çend meaşan distînin? Em dizanin burokratên AKP'ê gelek meaşan distînin, lê divê gel zanibe bê qeyûm jî çend meaşan distînin. Qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê ji ber ku qeymeqam e 16 hezar TL meaş û ji ber ku qeyûm e jî 22 hezar TL meaş û ji du şîrketên şaredariyê jî her serê yekê 15 hezar TL pere distîne û ji xeynî vê serê civînekê jî meaşê aramiyê distîne. Yanî big iştî 72 hezar TL meaş distîne. Qeyûm, talanker in."    ŞAREDARÎTIYA BÊŞAREDARÎ   Avci, diyar kir ku piştî qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin xebatên xwe bi awayê "şaredarîtîya bêşaredarî" didomînin û ji bo gel li ser axa xwe ji nû ve hilberînê bike bênavber dixebitin û got: "Ger ji bo çandiniyê pêşî li ber axa Wanê bê vekirin, dê erdê wê debara nifûseke 3 qat nifûsa Wanê bike. Dê pêdiviya wê bi tu hêz û çavkaniyeke biyanî çênebe. Em berên qet li Wanê nehatine çandin tînin li laboratûvarê tevî pisporan raçav dikin. Ger encama em li bendê ne rû bide, em ê van beran li cotkaran belav bikin. Em hevşaredar divê vî gelî muhtacî namerdan nekin û dê xebatên me yên di vî warî de bidomin."    MA / Mehmet Şah Orûç