Wanî ji bo hilbijartina tê amade ne: Em ê dersa AKP'ê bidin 2022-03-30 09:01:10 WAN - Waniyan destnîşan kir ku sedema krîza aborî îqtidar e û gotin, dê tu tişt baş nebe û dê di hilbijartina were de dersa AKP'ê bidin.  Di di meseleya kurdî de, israrkirina di polîtîkaya şer de krîza aborî kûrtir dike. Waniyan, destnîşan kir ku sedema krîzê polîtîkayên îktidara AKP'ê ne.    ‘DIVÊ BIÇE'   Mevlut Aslan (55) bilêv kir ku AKP tenê ji bo alîgirên xwe dixebite û got: "Li welêt krîzeke aborî ya cidî heye. Min ji ber krîzê dikana xwe firot. Tenê ne ez, bi hezaran mirov dikanên xwe girtin. Ên herî zêde bandor ji krîzê girtin jî esnafên biçûk in. Îktidar li ber çavê her kesî derewan dike. Îro ro kar bi dest mirovan nakeve, mirov nikarin heqê fatûreyên ceryan, av û gazê bidin. Lewma demildest divê hilbijartin çêbibe û îktidara AKP'ê biçe."    ‘BERPIRSÊ KRÎZÊ ÎKTIDAR E'   Halît Genç (49) ku sewalvaniyê dike, diyar kir ku pir mexdûr in û got: "Her tişt biha dibe. Bihabûnê pişta me şikand. 8 zarokên min hene û hemû jî diçin dibistanê. Gelek lazmatiyên wan hene, lê ji ber ku pere tune ez nikarim bikirim. Êdî em nikarin heqê fatûreyan jî bidin. Vê mehê fatûreya gazê hezar TL hat, a ceryanê 700 TL. Sewalvnî nehiştin, niha em nikarin kîsek êm jî bikirin. Berpirsê vê krîzê îktidara AKP'ê ye."    Nezîr Çaliş (55) jî destnîşan kir ku ji ber bihabûnê êdî nikarin lazmatiyên xwe yên sereke jî bikirin û got: "Êdî em nikarin debara xwe bikin. Meaşê min ê teqawidbûnê 2 hezar û 600 TL ye. Kîloya goşt 140 TL, teneka zeytûna 80 TL, teneka rûn 150 TL ye. Mehê hezar û 500 lîre diçe ji heqê fatûreyan re. Îja ez ê çawa debara xwe bikim? Madem îqtidar nikare welêt bi rê ve bibe, bila dev jê berde."    ‘SEWALVANÎ NEHIŞTIN'   Mehmet Keskîn ê cotkar jî bilêv kir ku ji ber polîtîkayên şaş ên îktidarê barê wan pir giran bûye û got: "Fiyetê heywanan her roj erzantir dibe. Em cotkar pir zehmetiyê dikişînin. Niha tona ceh bi 7 hezarî ye, ya kayê 3 hezar TL ye. Fiyetê mihekê jî bi hezar TL'yî ye. Berê min ji sedî 50 qezenc dikir, lê niha tim dixisirim."    Mûstafa Kavak (41) ê kafeya wî heye, destnîşan kir ku berpirsê vê krîzê îktidara AKP'ê ye û êdî nikare pirsgirêkên gel çareser bike. Kavak, bilêv kir ku ji bo AKP biçe divê hemû welatî bên cem hev du.    ‘EM Ê DI HILBIJARTINÊ DE BERSIVÊ BIDIN'   Xwendekar Kînem Kûrt (18) jî bilêv kir ku ji ber krîzê nikarin amûrên xwe yên dibistanê jî bikirin û got: "Krîza aborî serî berdaye. Ez xwendekar im û ji bo biçim zanîngehê li ezmûnan dixebitim. Ez her roj ji malê diçim pirtûkxaneyê. Ez 10 lîre heqê dolmîşê didim. Çend roj berê min serî li ezmûna zanîngehê da, heqê wê 155 TL bû. Ji ber ku fiyetê dersxaneyan biha ye, nikarim biçim dersxaneyê. Ger wisa bidome dê rewşa aboriyê xirabtir bibe. Em ciwan em ê di hilbijartinên 2023'yan de dersa îqtidarê bidin û wê bişînin."