'Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe' 2022-03-30 09:01:09 RIHA - Omer Ocalan ê HDP'î diyar kir ku yê ku 4'ê Nîsanê berbiçav kiriye gelê kurd e û wê wekî rojbûna xwe pîroz dike û got: "Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe." Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Ocalan, di 22 salên li Îmraliyê de tenê 442 caran karibûye hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Ji sala 2011'an heya niha tenê di 2019'an de 5 caran hevdîtin bi parêzerên xwe re kiriye û ji 25'ê Adara 2020'î vir ve jî tu xeber jê nayê girtin.    Ji 4'ê Nîsanê, rojbûna Ocalan re çend roj man. Kurd ku li qadên Newrozê li dijî tecrîda li ser Ocalan bi berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" doza azadiya Ocalan kirin, niha bi heman daxwazê jî haziriya xwe dikin ku 73'yemîn rojbûna Ocalan pîroz bikin.    Biraziyê Rêberê PKK'ê Ocalan û Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, derbarê tecrîda ku 23 sal in bênavber didome, peyamên di Newrozê de derketin pêş û derheqê 4'ê Nîsanê de ji ajansa me re axivî.    'OCALAN Û GEL BI HEV RE NE'   Omer Ocalan, bal kişand ser Newrozê ku bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" hat pîrozkirin û li ser daxwaza ji bo azadiya Rêberê PKK Abdullah Ocalan sekinî. Ocalan wiha got: "Newroz bi awayekî serkeftî hat pîrozkirin. HDP pêşengtiya ve Newrozê kir. Ez jî tevlî gelek bernameya bûm. Li Pirsûs, Riha û Cizîra Botan tevlî bernameyên geş bûm. Li her derî xwedîderketinek xurt hebû. Ev 50 sal in li Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeye çandek hatiye avakirin. Newroz û têkoşîna kurdan gihîşt hev û qadek bîrdozî derket pêş. Di avakirina vê Newrozê de keda birêz Ocalan zêde ye. Birêz Ocalan ji nava civaka kurd derket, afirandinek gelek mezin pêş xist. Birêz Ocalan xetek şoreşgerî ava kir. Gelê kurd nêrînên birêz Ocalan pejirandin. Nasnameyek hat avakirin. Îradeyek hat avakirin û her diçe ev îrade 50 salin pêş dikeve. Birêz Ocalan û civak bi hev re meşiyan. 50 salin Newroz li ser vî esasê tê pîrozkirin."   'KURD DOZA AZADÎYA OCALAN DIKIN'   Omer Ocalan, ji bo peyamên ku di pîrozbahiyên Newrozê de derketin pêş jî got: "Gelê kurd êdî Newrozê û azadiya birêz Ocalan têkildarî hev û pevgirêdayî dihesibînin. Dirûşmeye herî zêde hat berzkirin a li ser navê birêz Ocalan bû. Her çi qasî hinek hişyarî jî hatin kirin jî, lê êdî gelê kurd li her derî doza azadiya birêz Ocalan dike. Newroz bi hezaran sal in tê pîrozkirin, lê ev 50 salin bi armancake din tê pîrozkirin. Dema behsa Newrozê tê kirin, birêz Ocalan tê bîra mirovan. Ev, her diçe xurtir dibe. Êdî di sedsala 21'emîn de kurd daxwaziya statuya xwe û azadiya birêz Ocalan dikin. Kurd êdî azadiya xwe, azadiya birêz Ocalan dixwazin. Dema Birêz Ocalan azad bibe dikare li ser gelek xalan siyasetê bimeşîne. Têkilîya kurdan a bi Tirkiyê, Surî an jî bi Îranê re wê çawa be? Birêz Ocalan wê nêrînê xwe bi gel re parve bike. Ev ê li ser siyaseta Rojhilata Navîn bandor bike."   'WÊ HERDEM KAWAYÊ MODERN HEBIN'    Omer Ocalan anî ziman ku "Dehaqên modern" hatina afirandin û wiha domand: "Dehaq zilm li civakê dikir. Mejiyê zarokê wî gelî dixwar. Niha jî wisa ya. Dehaqe modern derketine, li her derî dixwazin destheladariya xwe berdewam bikin. Lê li hemberî zilmkaran Kawayê hemdemîn hene. Kawayê hemdemîn têdikoşin û dixwazin civak azad bibe. Zêde tiştekî naxwazin mafê xwe dixwazin. Niha bi hezaran Kawayê Hesinkar di nava kurdan de hene. Daxwaza wan a herî mezin azadiya birêz Ocalan e. Di her qadê de ev daxwaz heye, di Newrozê de ev daxwaz gihiştandin asta herî jor."   'EV YEK NAYÊ QEBÛLKIRIN'    Omer Ocalan, bi bîr xist ku Rêberê PKK'ê Ocalan 23 sal in tê tecrîdkirin û wiha axivî: "Di cîhanê de mînaka vê tune ye. Ev tecrîd bi armanca têkiliya birêz Ocalan û gelê kurd ji holê rakin tê meşandin. Lê êdî ev ne mimkin e. Ev saleke têkilî bi birêz Ocalan re tune ye. Ji 25’ê Adara 2021’an ve xeber ji birêz Ocalan nayê girtin."    'AMARA JI BO KURDAN SEMBOL E'    Omer Ocalan, li ser 4'ê Nîsanê jî sekinî û bibîr xist ku pîrozbahiya 4'ê Nîsanê ya yekemîn bi pêşengtîya TUHAD-FED'ê di sala 2004'an de hatiye lidarxistin û got: "4'ê Nîsanê bi daxwaza gel derket pêş. Roja 4'ê Nîsanê pîroz e ji bo kurdan, sembolek gelek mezin e. 4'ê Nîsanê roja jidayikbûna gelê kurd e, lê êdî civak wekî rojbûna xwe dibîne. Ji ber wê gelê kurd ji 2004'an ve berê xwe dide Amarayê. Di 2009'an de 2 ciwanê kurd hatin qetilkirin. Mistafa û Mahsûm hatin qetilkirin, lê li hemberî wê tu doz nehatin vekirin. Dema 4'ê Nîsane tê qedexekirin alozî rû didin û kuştin çêdibe. Ev yek li ser siyaseta Tirkiye jî bandor dike. Lê dema ku qedexe tune bin, 4'ê Nîsanê mîna festîvalêkê tê pîrozkirin. Tu kes jiyana xwe ji dest nade. Amara ji bo kurdan sembolek e. Ev 6 sal in dîsa qedexe derketine pêş. Bi êrişan dixwazin kurdan bitirsînin, lê êdî kurdan tirs derbas kiriye."   'ÊDÎ DIVÊ OCALAN AZAD BE'   Omer Ocalan, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rol û rista Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û got: "Dema aramî çêbibe, wê bi sedhezaran kurd û dostên wan berê xwe bidin Amarayê. Birêz Ocalan, siyaseta jiyana wekhev pêş xistiye. Ji ber wê gelê kurd qîmeta herî mezin dide birêz Ocalan. Siyaseta wî li ser kurdan bandor kiriye. Tu hêz tu dewlet nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe. Felsefeya birêz Ocalan, di mejiyê kurdan de cih girtiye. Kurdan jiyana xwe di wir de ditiye. Gelê kurd gelek polîtîk e. Êdî divê birêz Ocalan azad bibe. Rojeva gelê kurd azadiya birêz Ocalan e. Ev daxwaz di Newrozê de jî bilind bû."   MA / Emrûllah Acar