Astengdarên ku çavê wan nabînin daxwaza mafê bikaranîna dengê veşarî kirin 2022-03-29 17:02:39   ENQERE - Astengdarên ku çavê wan nabînin, li pêşiya meclisê ji bo ku bêyî refaqat û bi awayekî veşarî dengê xwe bi kar bînin daxwaz kirin ku sererastkirineke qanûnî bê kirin.    Bi pêşengiya Federasyona Koran a Tirkiyeyê nûnerên gelek komele û sendîkayan, li pêşiya meclisê hatin gelhev û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dovîzên "Welatî me dengê veşarî mafê min e" û "Ji vîna min re rêz bigire û destûr bide qanûnê" hatin hilgirtin. Her wiha di daxuyaniyê de timik dûrişmeyên mîna "Dengê veşarî nayê astengkirin" , "Hilbijartina bêastengî, wekhev û gihîştîbar" , "Hilbijartina gihîştîbar nayê paşdexistin" hatin berzkirin. Metna hevpar ku hatibû amadekirin ji aliyê Serokê Federasyona Komeleyên Koran Mehmet Emîn Demîrcî ve hat xwendin.     'EM QEBÛL NAKIN KU TUNE BÊN HESIBANDIN'   Mehmet Emîn Demîrcî , diyar kir ku ji sala 2017'an ve daxwaza bikaranîna dengê veşarî dikin û daxwaza wan nehatiye pêşwazîkirin û wiha got: "Me daxwaza xwe ji partiya desthilatê û hemû partiyên ku komên wan li meclisê hene re ragihand û soz hat dayîn ku guhertina pêwîst bê kirin lê di pêşnûmeya ku ji Komîsyona Edaletê derbas bû de daxwazên me nehatine bersivandin. Li welat milyonek kesên çavên wan nabînin hene. Em qebûl nakin ku tune bên hesibandin. Em ji bo ku di qanûna hilbijartinê mafê xwe yê welatîbûnê yê bi awayekî veşarî û serbixwe bikaranîna dengê xwe pêk bînin li vir in."   'EM DIXWAZIN DENGÊ XWE BI TENA SERÊ XWE BI KAR BÎNIN'   Demîrcî, destnîşan kir ku ew weke kesên ku çavê wan nabîne û hemû pirsgirêkên xwegihandinê dijîn dengê xwe bi tena serê xwe bi kar bînin û ev tişt anîn ziman: "Em dixwazin dengê xwe bi awayekî veşarî bi tena serê xwe bi kar bînin. Em qebûl nakin ku dengê me ji înîsiyatîfa refaqetçiyê me bê hiştin û bi hemû hêza xwe red dikin."   JI AKP'Ê RE LÊGERÎNA MAF KÊF E!     Dema ku daxuyanî hat dayîn Parlamenterê AKP'ê yê Mereşê Celalettîn Guvenç û Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Alî Îhsan Yavûz hatin qadê. Parlamenterên AKP'ê, angaşt kirin ku wê daxwazên kesên ku nabînin wê bên pêşwazîkirin û derbasî qanûnê bibin. Dema ku astengdarên ku çavê wan nabîne strana şermezarkirinê gotin Guvenç ji wan re got, 'Kêfa xwe piştre berdewam bikin."   Bi dehan komele û rêxistinan piştgirî da metna federasyonê ku ji îmzeyê re hatibû vekirin.