Malbatên girtiyan xwestin fîxana wan bê bihîstin 2022-03-29 16:41:15   ÎZMÎR - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Îzmîrê di roja 33’yemîn de berdewam dike û malbatên girtiyan xwestin fîxana wan bê bihîstin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin di roja 33’yemîn de berdewam dike. Rêveberên Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) a Îzmîrê û rêveberên HDP’ê serdana nobedê kirin. Malbatên girtiyan ên nobedê digirin xwestin daxwaz û fîxana wan bê bihîstin.    ‘KÊR GIHÎŞTIYE HESTÎ’    Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Coşkun Ustercî di serdanê de axivî û têkildarî serlêdanên girtiyên ji hepsê derdikevin ku bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane agahî parve kirin. Ustercî destnîşan kir ku girtî bi pirsgirêkên tenduristiyê re rûbirû dimînin û li gel binpêkirina mafên tenduristiyê îşkence jî li girtiyan tê kirin û îktidar ji bo girtiyên nexweş û tevahiya girtiyan tu gavekî navêje. Ustercî anî ziman ku Saziya Tiba Edlî li gorî pîvanên zanistê raporan nade girtiyan û biryar û raporên redkarî ku Saziya Tiba Edlî didin girtiyan nayê qebûlkirin. Ustercî destnîşan kir ku ew piştevaniya Nobeda Edaletê dikin û got: “Ji bo girtiyên nexweş êdî kêr gihîştiye hestî.”    Endama TÎHV’ê Dr. Habîbe Guneş û Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Alîagaya Îzmîrê jî axivîn û piştevaniya xwe ya ji bo malbatan anîn ziman û banga xwedî derketina nobedê kirin.