Biryara bihincet a doza Melek Karaaslan: Terkî mirinê hatiye kirin 2022-03-29 15:01:38   AGIRÎ - Di biryara bihinceta a doza Melek Karaaslan ku îşkenceya sîstematîk lê hatibû kirin û jiyana xwe ji dest dabû de hat diyarkirin ku Karaslan di daşirê de li ser textekî hatiye dirêjkirin û birçî bêav hatiye hiştin. Di rapora ATK'ê de jî hat destnîşankirin ku Karaaslan ji ber ku baş nehatiye tedawîkirin terkî mirinê hatiye kirin.    Di sala 2012'an de li navçeya Xamûr a Agiriyê, di encama îşkenceya sîstematîk ku hevjîn û malbata hevjînê wê lê kiribûn û wê di daşirê de hefs kiribûn Melek Karaaslan daketibû 30 kîloyan û piştre li nexweşxaneya ku lê tedawiya wê hatibû destpêkirin jiyana xwe ji dest dabû. Bi hewldanên Komeleya Zarokan û Pêşî Jin doz li hevjîn û malbata hevjînê Karaaslan hatibû vekirin û di encama darizandina ku hatibû kirin de 19 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li hevjînê Karaaslan Ferdî Karaaslan û li xezûr û xesiya Karaaslan Kûtbetîn û Naciya Karaaslan jî cuda cuda 15 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.    Biryara bihincet a doza Karaaslan hat aşkerakirin. Di biryarê de hat diyarkiirn ku Karaslan di daşirê de li ser textekî hatiye dirêjkirin û birçî bêav hatiye hiştin.    Dadgehê, di biryara xwe de cih da rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ku têde jî hatiye destnîşankirin ku Karaaslan ji ber baş nehatiye tedawîkirin terkî mirinê hatiye kirin.    Her wiha cezayê ku li sûcdaran hat birîn hat daxistin. 23 cezayê ku li hevjînê Karaaslan Ferdî Karaaslan hat birîn daket 19 sal û 2 mehan, 18 sal cezayê ku li xezûr û xesiya Karaaslan hat birîn jî daket 15 salan.