Li Wanê ciwanên hatibûn îşkencekirin, hatin girtin 2022-03-29 14:07:46   WAN - Li Wanê ji 4 ciwanên bi îşkenceya polîsan re rûbirû mabûn 3 ciwan hatin girtin.    Li taxa Xaçorta Wanê di 20’ê adarê de polîsan li Yakûp Pekel, Ersîn Pekel, Mahmût Balikçi û Cîhan Şakar dabûn û binçav kiribûn. Her çar ciwan piştî 9 rojan ji Midûriyeta Polîsan a Wanê derxistin dadgehê.    Dozger îfadeyên ciwanan girt û bi îdiaya “li dijî polîsan derketine” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Nobedar a Sulhê kir. Dadger bi hêceta ku Ersîn Pekel di bin 18 saliyê de ye berda û derbarê her sê ciwanên din de biryara girtinê da.    Şakar, Pekel û Balikçi şandin Girtîgeha Wanê ya Tîpa M’yê.