Polisê bûbû sedema mirina Efe yê 5 salî beraet kir 2022-03-29 13:02:43 AMED - Derbarê polisê ku maşîneya zirxî li zarokê 5 salî Efe Tektekîn xistibû û bûbû sedama mirina wî de rexmî xwestina ceza ya dozger jî biryara beraetê hat dayîn.    Li Amedê, di 11'ê îlona 2019'an de polis Îdrîs Aksoy maşîneya zirxî li zarokê 6 salî Efe Tektekîn xistibû û bûbû sedama mirina wî. Di danişîna doza ku derbarê polis Aksoy de hatibû vekirin de biryara hat dayîn. Danişîn li 9'emîn Dadgeha Cezayê ya Esliyeya Amedê hat dîtin. Polisê bersûc Aksoy ku berdayî tê darixandin û parêzerê xwe Alper Ûgûrlû; parêzerê malbata Tektekîn Sedar Çinar û ji Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Kubra Nûr Kartal û Omer Sansarkan li danişînê amade bûn.    DOZGER CEZA XWEST   Dadgerê dadgehê, rexmî ku hişt polis bi çek û ûnîformayên li ser xwe bikevin eywana danişînê jî destûr da ku tenê 2 rojnameger tevlî danişînê bibin. Di danişînê de dozgerî mutalaaya xwe ku di danişîna beriya niha de pêşkêş kiribû bêyî ku biguherîne careke din pêşkêşî dadgehê kir û ji bo polisê bersûc Aksoy ji 2 salan heta 6 salan cezayê girtîgehê xwest.    POLISÊ BERSÛC: WIJDANÊ MIN RE   Polisê bersûc Aksoy ku li dijî mutalaayê mafê axaftinê girt û xwest ku rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ji nû ve bê amadekirin û got ku ji ber bûyerê xemgîn e, lê ji ber ku di bûyerê de kêmasiya wî nîne wijdanê wî rehet e. Aksoy, angaşt kir ku bêsûc e û daxwaza beraeta xwe kir.    Parêzerê Aksoy jî Efe sûcdar kir û angaşt kir ku Efe ji nişka ve xwe avêtiye nav wesayîtan û tiştekî muwekîlê wî bike nemaye û mîna muwekîla xwe xwest ku rapor ji nû ve bê amadekirin û muwekîlê wî bê beraetkirin.    DAXWAZA CEZAKIRINA AKSOY KIR   Parêzerê malbata Tektekîn Sedat Çinar, bertek nîşanî parastina Aksoy û parêzerê wî da û diyar kir ku lêpirsîneke bibandor nayê kirin û xwest ku polisê kujer Aksoy bê cezakirin.    Parêzerên Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Kubra Nûr Kartal û Omer Sansarkan jî xwestin ku ji polisê bersûc re pîşeya wî bê qedexekirin.    Heyeta dadgehê, angaşt kir ku di encama darizandina ku hatiye kirin de qest û qisûreke polisê bersûc Aksoy da û derbarê wî de biryara beraetê da. Her wiha heyeta dadgehê biryar da ku 5 hezar û 100 TL heqê wekaletê ya polisê bersûc jî ji aliyê Xezîneyê ve bê bersivandin.    Parêzerên Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê û malbata Tektekîn, diyar kirin ku wê li dijî biryarê serî li dadgeheke bilindtir bidin û îtîraz bikin.