Fermandarê Pêşmerge Feysel: Em şer wek xiyanetê dibînin 2022-03-29 11:41:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Pêşmergeyan ê YNK’yî Xazî Feysel amadekariyên operasyonek nû ya Tirkiyê ku dixwaze bi PDK’ê re bike nirxand û got: “Em şerê navxweyî-xwekujiyê naxwazin. Em vê wek xiyanetê dibînin.”    Ev demeke di medyaya Başûrê Kurdistanê de tê gotin ku dê Tirkiye di 15’ê nîsanê de li dijî hin deverên Başûrê Kurdistanê dê operasyona leşkerî bide destpêkirin. Li gorî daxuyanî û dîtinên çavkaniyên xwecihî tê destnîşankirin ku Tirkiye dixwaze Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) di vê operasyona leşkerî ku tê texmînkirin de bikar bîne.    Fermandarê Yekîneya Pêşmergeyên Dilxwaz ên li Herêma Mexmûrê Xazî Feysel ê Yekitiya Niştamaniya Kurdistan (YNK) îhtîmala operasyonek leşkerî ya Tirkiyê ku tê gotin dê PDK piştevaniya wê bike nirxand.      ‘KURD DIXWAZIN AZAD BIJÎN’    Feysel diyar kir ku her roja ku diçe pirsgirêkên kurdan zêdetir dibin û got: “Tevahiya kurdan dixwazin li welatek azad bijîn. Dixwazin di xizmeta welatê xwe de bin. Dixwazin awayê rêveberiya herî pêşketî ava bikin lê belê her roja ku diçe em dikevin heyamek xerabtir. Kurdên li herêma YNK’ê dimînin yekitiyê û bihevrebûnê û jiyanek aştiyane dixwazin.”    Feysel bal kişand ser polîtîkay3en PDK’ê yên li başûrê Kurdistanê û got: “PDK li şûna ku danûstandinê bi YNK’ê û tevgera azadiyê re bike, lê bêtir bi Tirkiyê re danûstandinê dike. PDK bi qasî ku li Tirkiyê guhdar dike li kurdan guhdar nake. Du salên dawî de gelek rewşek cuda çêbûye. Polîtîkayên ku dike ne ji bo berjwendiyên gelê kurd e. Li gorî daxwazên Tirkiyê polîtîkayê dike. Polîtîkaya ku disepîne zirarê dide Kurdistanê. Tirkiyê niha li deverên bi ser Dihok, Zaxo û Hewlêrê nêzikî 56 baregehên leşkerî ava kiriye. PDK bi Tirkiyê tevger dike û xesarê dide gelê kurd. Pirsgirêkan derdixe pêşiya YNK’ê û naxwaze li ser Serokkomariya Iraqê lihevkirinek çêbe. Li şûna ku bi YNK’ê re li hev bike, di şûna vê yekê de diçe Bexdayê. Pirsgirêka rêveberiyê dixe nava şiîyan û dixwaze pirsgirêka şiî û sûniyan derxe. Her cihê ku PDK destê xwe diavêje pirsgirêkan dibe wir.”    'DIVÊ EM PIŞTEVANIYA XWIŞK Û BIRAYÊN XWE BIKIN’    Feysel destnîşan kir ku piştî girtina Abdullah Ocalan û Mam Celal divê Mesût Barzanî bêtir bi rolek baş rabûya û got: “Divê PKD hin bêtir bi hişmend tevger bikira. Lê mixabin Başûrê Kurdistanê ber bi pirsgirêkên bêçareserî ve tê birin. Li gorî agahiyên di rojên dawî de li ser medyayê hatine belavkirin, PDK û Tirkiye dixwazin amadekariyên êrişên li hemberî Kanîmasî bikin. Em wek YNK’ê alîkarê çareseriyê ne. Ne Tirkiye dikare kurdan biqedîne û ne jî kurd dikarin wan biqedînin. Dem dema nîqaş û diyalogê ye. Heke şer biqewime em ê wek YNK’ê ne Tirkiyê em ê xwişk û birayên xwe biparêzin.”    ‘PDK HER KESÎ WEK DIJMIN DIBÎNE’    Feysel da zanîn ku kurd ji sed salî zêdetir e têkoşîna hebûn, nasname û statûya xwe didin û got: “Me ji bo azadiyê gelek can dan. YNK’ê jî bi pêşengiya Mam Celal di vê têkoşînê de cih girt. Divê em ji bo sedhezaran cangoriyên xwe destkeftiyên xwe û welatê xwe biparêzin. Ev berpirsiyariya me hemûyan e. Lê belê PDK vê yekê piştguh dike. Guh nade rexneyên gel û YNK’ê. Li şûna ku guh bide radibe me tawanbar dike û digire. Niha li herêma Behdînanê gelek rojanmevan girtî ne. Her ku kî PDK’ê rexne dike wan ji xwe re wek dijmin dibîne. Kesên PDK’ê rexne dikin wek dijmîn dibîne û li şûna bi kurdan re tevger bike radibe bi Tirkiyê re tevger dike.”   'EM WEK XIYANETÊ DIBÎNIN’    Feysel destnîşan kir ku beriya niha jî gelek tişt ji rûyê PDK’ê hatine windakirin û wiha domand: “Berpirsiyarê hemû windakirina destkeftiyên kurdan malbata Barzanî ye. Di warê rêveberî û leşkerî de têk çûn. Xelk feqîr bû. Di sala 2017’an de bêyî ku tu gulekî biteqînin ji sedî 51’ê xaka Kurdistanê hat windakirin. Pêşmergeyên PDK’ê guleyek jî bernedan û ji Kurdistanê vekişiyan. Niha jî PDK dixwaze bi Tirkiyê êrişî qadên azad bike. Em ji ber vê yekê xemgîn in. Em qet ne alîgirê şer in. Ezmûnek me ya şerê navxweyî heye. Me ji wî şerî zirarek mezin dît. Em li dijî şerê xwekujiyê ne. Em ê qet şerê xwekujiyê destek nekin. Hemû dinya serkeftina hêzên kurd a li dijî dagirkeran baş dizane. Em naxwazin bên rûbirûyî hev. Em vê wek xiyanetê dibînin.”   ‘EWILÎ LI DAIŞ’Ê BIDIN’    Feysel da zanîn ku di demên dawî de Tirkiyê 8 caran êrişî Wargeya Penaberan a Mexmûrê kiriye û wiha got: “Li Wargeha Mexmûrê welatiyên sivîl dijîn. Li Çiyayê Qereçoxê gelek DAIŞ’î hene, li şûna hûn êrişî kurdan dikin ewilî li DAIŞ’ê bidin. Lê li DAIŞ’ê nadin. Divê saziyên kurdan yên derveyî welat, aktîvîstên mafê mrovan û saziyên din ên cîhanê li dijî van neheqiyên li ser kurdan derkevin û bisekinin. Divê kurd fişaran li ser PDK’ê bikin û divê siyaseta PDK’ê ya tenê bi serê xwe bê astengkirin.”    MA / Omer Akin