Li Girtîgeha Sîncanê lêpirsîna dîsîplînê li pîrozbahiya Newrozê vekirin 2022-03-29 10:29:12   ENQERE - Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, girtiyên Doza Kobanê jî di nav de derbarê 10 girtiyên jin de bi hinceta "pîrozbahiyên Newrozê" lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.    Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, diyasetmedarên ji Doza Kobanê girtî jî di nav de derbarê 10 girtiyên jin de bi hinceta "pîrozbahiyên Newrozê" lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. Derbarê girtî Sîdar Varlû, Alev Yarar, Rozerîn Kûrt, Sariye Taşkesen, Ayla Akat Ata, Dîlek Yagli, Ayşe Yagci, Meryem Adibellî, Bîrcan Yorûlmaz û Pervîn Odûncû de ji aliyê Miduriyeta Girtîgeha Jinan a Sîncanê ve di 23'ê adarê de bi daxwaza parastin nivîs hat şandin.    LI BER STRANÊN KURDÎ GOVEND GERANDINE   Di ewraqa lêpirsînê de ev tişt hatin nivîsandin: "Di 21'ê adarê de girtî Sîdar Varlû ku li qawişa J-2 dimîne, li deriyê hewadariyê kaxiz û parçeyên rojnameyan şewitandiye û bi parçeyên rojnameyê agir geş kiriye û li ber agir stranên kurdî gotiye. Li qawişa j-1 Alev Yarar, Rozerîn Kûrt û Sariye Taşkesen li ber devê rogarê agir vêxistine û li ber agir stranên kurdî gotine, govend gerandine û tilîlî kirine. Ayla Akat Ata, Dîlek Yagli û Ayşe Yagci jî li ber devê rogarê agir kirine, Meryem Adibellî, Bîrcan Yorûlmaz û Pervîn Odûncû jî li ber devê rogara hewşa hewadariyê kaxiz û parçeyên rojnameyan şewitandine û derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin."   Miduriyetê ji girtiyan xwest parastina xwe bidin.