'Di nirxandina rewşa girtiyan de ATK divê ne tekane navnîşan be' 2022-03-29 09:02:49 WAN - Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci, destnîşan kir ku girtîgeh birîna necebirandî ya Tirkiyeyê ne û di warê nirxandina rewşa girtiyên nexweş de jî pirsgirêka cidî û mezin ATK ye.  Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Nexweşxaneyan rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dane van girtiyan, lê belê Saziya Tiba Edlî (ATK) bereksê van raporan tevdigere û maf jiyanê yê girtiyan binpê dike. Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û biryarên ATK'ê nirxandin.    Fîncanci bilêv kir ku haya wan ji gelek pirsgirêkên ku li girtîgehan rû didin heye û got: "Wekî îdareyên girtîgehan, em bi pirsgirêkên ji ber nexweşxaneyan rû didin re jî rû i rû dimînin. Mixabin têkildarî vê carinan em bi binpêkirinên mafan ên etîk re jî rû bi rû dimînin. Em dibînin ku muayeneya bi kelemçe tê ferzkirin. Ev hem li dijî rûmeta mirovahiyê hem jî mahremiyeta girtî ye. Ji ber vê girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê."    GIRÊDAYÎ WEZARETÊ YE   Fîncani, bal kişand ser ATK'ê ku ji bo nirxandina rewşa girtiyan wekî tekane navnîşan tê diyarkirin û got: "Zanîngeh hene, lê ATK wekî takene navnîşan tê nîşandan. Ev pirsgirêkeke cidî ye. Mixabin ATK, girêdayî Wezareta Dadê ye. Lewma em dizanin rêgeza bêalîbûn û sebrixebûnê binp dike. Wekî di mînaka Aysel Tûglûkê de jî hat dîtin. Pêdivî bi pergaleke bêalî û serbixwe heye."    BIRÎNA NECEBIRANDÎ   Fîncanci, detsnîşan kir ku xwegihandina tenduristiyê mafek e û got: "Mixabin li Tirkiyeyê mirovên azad di warê xwegihandina tenduristiyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Ev birîna necebirandî ya welatê, girtîgeh in."    Fîncanci, bal kişand ser mirinên ku tim li girtîgehan rû didin jî û got: "Li girtîgehan gava mirin rû didin di her şert û mercî de şikekê di xwe d edihewînin. Ji lew re em behsa mirina kesên di bin kontrola dewletêd e dikin. Nexwe têkildarî berprisiyariya parastinê de angaştek derdikeve holê. Dewlet jî ji bo angaştê berteref bike, divê lêpirsîneke çalak bide destpêkirin. Ev jî divê bi heyetên serbixwe bê kirin. Lê mixabin bi vî awayî nayê kirin."     MA / Mehmet Şah Orûç