Ahmet Turk: Kesekî nedikariya li dijî wehşeta DAIŞ’ê bêdeng mabûya 2022-03-28 17:15:24   ENQERE - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk diyar kir ku li dijî wehşeta çeteyên DAIŞ’ê kesekî nedikariya xwe bêdeng bike û wiha got: “Hêviya me hebû ku pirsgirêkên heyî bi rêya demokrasiyê çareser bibin. Sedema israra me ya di siyaseta demokratîk de jî ev bû.”    Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 11’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de girtî tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê piştî nîvro jî berdewam kir.    Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.    ‘HETA NIHA JÎ TIŞTEK NEGUHERIYE’   Danişîn, bi parastina siyasetmedarê kurd Ahmet Turk berdewam kir. Turk, diyar kir ku di 50 salên emrê xwe de her tim rastî sepanên neheq û derhiquqî hatiye û wiha domand: “Me 12’ê Îlon, li Zindana Amedê jiya. Serfermandarê Giştî yê Artêşê wê demê bo me got; ‘yan dê van ji Meclisê derxînî yan jî dê mîna kûçikan li kolanan bikujî.’ Parêzbendiyên me hatin rakirin. Dema em lê dinihêrin, heta niha jî tiştek neguheriye. Bi zextan xwestin ku me ji siyaseta demokratîk dûr bixin. Baweriya me ew bû ku pirsgirêka kurd dê bi siyaseta demokratîk bê çareserkirin lewma jî em heta îro têkoşiyan. Rojek piştî ku weke hevşaredar hatime hilbijartin, li şûna me qeyûm tayînkirin. Niha jî bi vê Doza Kobanê ya bêhiqûq re rû bi rû ne.”    ‘ME BANG LI CÎHANÊ KIR’    Di berdewamê de Turk bal kişand ser êrişên DAIŞ’ê û wiha domand: “Kesek divê li benda nebûya ku em li hemberî wehşeta çeteyên DAIŞ’ê bêdeng bisekinin. Mê nêrînên xwe wê demê parve kiribûn. Hewldanên me çêbûn û me bang li hemû cîhanê kir. Me xwest ku çeteyên DAIŞ’ê paşguh nekin û piştgiriyê bidin mafên mirovan û demokrasiyê. Çeteyên DAIŞ’ê bajar rûxandin, mirov şewitandin û revandin. Me jî hewl da vê hovîtiya wan nîşanî her kesî bidin.”    XEFIKA LI BER ÇARESERIYAN    Bi domdarî Turk anî ziman ku beriya destpêkirina pêvajoya çareseriyê, bi musteşarê MÎT’ê Emre Taner re hevdîtinek kirin û wiha pê de çû: “Serokwezîr bangî min û birêz Emîne Ayna kir. Pêvajoyek dest pê kir. Li gel Ayla Akat Ata em ji bo hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re çûn Îmraliyê. Li aliyekî dê dewletê ji bo çareseriyê alîkarî bixwesta û li hêla din jî xefik bidanîna.”     MITÎNGA AMEDÊ BI BÎR XIST    Ahmet Turk piştre mitînga Amedê bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Dema ez li dawetekê, wezîrê karên hundir li min geriya û got ku dê ji Qendîlê şandeyek were. Li gel bi sedhezaran em li Silopiya û Xabûrê li benda hatina wan man. Me nexwest ziyanek bigihe pêvajoyê. Di sersibehekê saet di 4’ê sibehê de li Mêrdînê ez ji xew hişyar kirim. Ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera dadger û parêzeran de me metneke hevpar amade kir. Lê em niha dibînin ku tiştên me berê jiyane qet neguherî ne. Armanca me ew e ku mafên me di nirxên hevpar de bibin yek. Têkoşîna me ji bo vê ye û me kesek nedaye zorê jî. DAIŞ’ê di mitînga Amedê de bombe teqand û 4 insanên me mirin. Selahattîn Demîrtaş li ser kursiyê got; ‘Neyên provakasyonan.’ Heke şandeyê bangê me yên di mitîngê de guhdar bikirana, dê bidîtina bê ka me çiqas hewldan kirin.”    ‘BAWERIYA ME BI SIYASETA DEMOKRATÎK HEYE’   Parastina Turk wiha berdewma kir:    “Em siyasetmedar in û mecbûr nînin mîna desthilatdariyê bifikirin. Berpirsyara me ye ku em van fikrên xwe bi gel re parve bikin. Divê siyasetmedar daxwazên gel baş fêm bike. Me jî ev kir. Ji Newrozan heta mitîngîna, me jî fikrên xwe parve kirin. Me aştî ji xwe re esas girt û ji bo vê têkoşiyan. Em dizanin ku pirsgirêk dê bi siyaseta demokratîk çareser bibin. Sedema israra me ya di siyaseta demokratîk de jî ev e.    ME BI WALÎ RE TIR ŞANDIN KOBANÊ    Gelek caran li ser çapemeniyê tê gotin ku HDP’ê gel sor kiriye. Baş e lê me kî sor kiriye? Tiştek li holê heye? Ya ku tê kirin, nêzikatiyeke derhiqûqî ye. Em bi komeke ji 16 kesan pêk dihat çûn Kobanê. Wê demê hevşaredar bûm. Min li wir axaftinek kir û min got ku divê kesek li dijî vê hovîtiya DAIŞ’ê bêdeng nemîne. Me piştgirî da xelkê Kobanê û li gel waliyê Mêrdînê me 5-6 tir ber bi Kobanê ve oxir kirin.    EV DOZ LI SER FERMANÊ HATIYE VEKIRIN    Sûcdariyên li me tên kirin siyasî ne û li ser fermanê tên kirin. Îdianameyeke hatiye amadekirin û ya derhiqûqî heye. Bi vê dozê peyamê didin siyasetmedaran. Bi hedefgirtina kurdan re desthilatdarî dixwaze dengên derdorên nîjadpereset û apolîtîk bistîne. Dema min nîne tevahiya îdianameyê bixwînim lê dixwazim çîrokekî vebêjim; Mirov li çolê gelek birçî dibe û piştre kerekî dibîne. Dixwaze kerî bixwe. Piştre re xwe bi xwe dibêje; ‘guhên wî dişibin guhên kîvroşkan’ û kerî dixwe. Bawerim guhên me jî dişibin guhên kîvroşkan. Lewma tên darizandin.    JI BO TAYÎNKIRINA QEYÛMAN DOZ HATE VEKIRIN    Di dema hevşaredartiya me de bi sedema nelirêtiyê tu doz li me nehatin vekirin. Rêveberên ku qeyûm tayîn kiribûn di demên piştre de ji ber nelirêtiyê hatin girtin û derheqê wan de doz hatin vekirin. Her wiha derheqê qeyûm de jî îfade dan. Tenê ji bo ku li şûna me qeyûm bên tayînkirin, derheqê me de doz hat vekirin. Ez dixwazim ku hemû dozên derheqê qeyûman de hatine vekirin, bînin vê dadgehê. Tevî hemû belgeyan jî derheqê qeyûman de tu doz nehatin vekirin. Heke ev doz anîbin vê derê, hewceye hemû dosyayên din jî bînin vê derê. Me tu carî heqê gelê xwe nexwar. Me tenê cerdewanekî ku dizî kiribû ji kar derxist lewma jî wezîrê karên hundir vê yekê tîne ziman. Daxwaza min ew e ku wan dozên qeyûm bînin vê derê û li vir bê darizandin.”    WÊNE HATIN PIRSÎN   Şandeya dadgehê pişre wêneyên di dosyayê de ji Turk pirsîn û Turk jî wiha bersiv da: “Di dema xebatên siyasî de car bi car tev li hinek civînan dibin. Şensekî me nîne ku cihên em diçinê alayan bînin xwarê. Wêneyekê li Qendîlê hatiye kişandin heye ku di dema pêvajoya çareseriyê de bû. Agahiya dewletê jê heye. Di dema Ozal de li ser agahiya wî em çûn Şamê. Ji bo agirbestekî destpêkek bû. Di sala 1993’yan de hinek tişt dikariya bihatina çareserkirin. Dema em li Şamê xebera wefata Ozal hat lewma jî ew xebat nîvco ma.”    ‘ÇI YÊ WÊ SÛC E?’    Piştre jî şandeyê daxuyaniyên têkildarî DAIŞ’ê ji Turk pirsiya û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk wiha bersiv da şandeyê: “Çeteyên DAIŞ’ê bi hovîtiyeke mezin serê mirovan jê dikirin. Çi tiştê ku mirov li dijî vê hovîtiyê bisekine sûce gelo? Diviya bû hemû kesî li dijî vê hovîtiya ku her çar aliyên cîhanê veguherandibû gola xwînê derbiketa. Banga me ji bo hemû kesî ew e ku li dijî vê hovîtiyê têbikoşin. Cihgirtina vê mijarê di vê dozê de jî bi tena serê xwe tiştekî bêwate ye.”    ‘FERASETEKE HIQÛQÎ NÎNE’    Şandeya dadgehê xwest belgeyên derveyî welat yek bi yek bixwîne lê Turk got; ‘hewce nake yek bi yek bixwînî” û wiha domand: “Celal Talabanî dostê min bû. Mesût Barzanî jî wisa. Lewma derketim derveyî welat. Bi taybet jî çûm Iraqê. Dema Celal Talabanî dihat hilbijartin an jî dema nexweş diket diçûm serdana wî. Bi hezaran kes ji Tirkiyeyê diçe Iraqê û tê. Nêzikatiya ku hatin û çûna Iraqê weke sûc nîşan dide, feraseteke derhiqûqî ye.”    Danişîna dozê piştî parastina Ahmet Turk, bi parastina parêzer Erdal Kuzu re berdewam kir.    BERAET XWEST    Parêzer Kuzu xwest ku şandeya dadgehê derheqê miwekîlê wî Ahmet Tirk de biryareke navberê amade bike û beraeta miwekîlê xwe xwest. Lê şandeyê ev daxwaz red kir.    Siyastmedarê girtî Nazmî Gur jî diyar kir ku dê ji çavê xwe yê rastê emeliyat bibe lewma dê sibe bibin Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê. Gur got ku heke rewşa tenduristiyê baş çêbibe dê parastina xwe bike.    Parêzer Veysî Eskî jî xwest ku danişîn bo sibe bê taloqkirin û weke parêzerên Turk dê parastina xwe sibe bikin.    Şandeya dadgehê daxwazên parêzeran red kir û ji bo guhdarkirina şahidan saetek navber da.