TGC: Bi teklîfa qanûnê ya nû re li dijî mafê azadiya raman derbeyeke nû kirin 2022-03-28 16:16:11   ENQERE - TGC’ê diyar kir ku bi teklîfa qanûnê ya nû re AKP-MHP’ê derbeyeke nû li dijî mafê azadiya raman kiriye û wiha got: “Di pêvajoyeke ku welêt ber bi hilbijartinê ve diçe de bi vê hewldanê gef tê xwarin.”    Lijneya Rêveber a Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) têkildarî teklîfa qanûnê ya AKP-MHP’ê ku rê li ber girtina rojnamegeran vedike, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi vê qanûnê re rojnamegerên ku li dijî kargehan nûçeyan diweşînin dê bi tawana “Ziyanê digihînê binavûdengiyê” bên sûcdarkirin û heta sê salan jî cezayê girtîgehê lê were birîn.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku ragihandin û azadiya raman mafên hemwelatiyan e û wiha bi dawî kir: “Desthilatdarî dixwaze van mafan binpê bike û ji bo vê jî di nava hewldanên bi rêk û pêk de ye. Herî dawî jî bi îmzeyên 85 parlamenteran, qanûneke nû pêşkeşî Meclisê kirin. Di vê qanûnê de tê xwestin ku nûçeyên derheqê van kargehan de bên sansûrkirin. Di serdemeke ku welêt ber bi hilbijartinê ve diçe de bi vê yekê gef tê xwarin. Em bang li desthilatdarî û muxalefetê dikin ku vê qanûnê paşve kişînin.”