Doza Kobanê: Heke îdiaya derbarê Çolak de rast be divê biryara beraetê bê dayîn 2022-03-28 15:54:07   ENQERE - Parêzer Alî Bozan binçavkirina serokê dadgeha Doza Kobanê yê berê Bahtiyar Çolak bi bîr xist û wiha got: “Heke ev îdia rast be divê dadgeh demildest darizandinê bi dawî bike û biryara beraetê bide.”   Danişînên koma 11'emîn a Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên şermezarkirinê yên di 6-8'ê cotmeha 2014'an de li dijî êrişa DAIŞ'ê ya ser Kobanê hatibûn kirin, 22 jê girtî li 108 siayasetmedaran hatibû vekirin li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Şandeyeke ji Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (AB), Sefirtiya Emerîkayê û Elmanyayê, parlamenterên HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî, Zuleyha Gulum, Pero Dundar, Zeynel Ozen, Fatma Kûrtûlan, Mahmût Togrûl, rêveberên HDP’ê yên Enqereyê û nûnerên ÎHD’ê beşdarî danişînê bûn. Siyasetmerên ku li Girtîgeha Sîncanê dimînin li eywanê amade bûn lê siyasetmedarên din ên li girtîgehên cuda dimînin bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    AHMET TURK WÊ PARASTINÊ BIKE   Siyasetmedarên anîn eywana dadgehê cejna Newrozê li hev pîroz kirin. Gotina siyasetmedarê girtî Nazmî Gur a "Newroz Piroz be" li eywanê deng veda. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û parêzerên wî ku dê îro parastinê bikin jî li salona dadgehê amade bûn. Danişîn, bi hatina şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re dest pê kir.    Parêzer Kenan Maçoglû yê ku îtiraza bicihkirina Turk a li beşa ku ji bo bersûcan hatiye veqetandin kir, xwest ku Turk li cem parêzeran rûnê. Parêzerên din jî diyar kirin ku tevlî daxwaza Maçoglû dibin û xwestin ku ji bo dema parastina Turk de bikarin alîkariya hiqûqî bikin, Turk li cem wan rûne.    Serokê dadgehê, diyar kir ku sererastkirina danişînê beriya niha hatiye kirin û daxwaza parêzeran red kir.    BEYANÊN MUŞTEKIYAN    Piştî evraqên li dosyayê hatin zêdekirin parêzer Alî Bozan mafê axaftinê girt û wiha got: “We girteka danişînê ji SEGBÎS’ê re ragihand. Lê hin beyanên gazinkeran di girteka danişînê de cih negirtin. Weke ku daxwaza beşdarbûna mexdûrê ewil Ahmet Kûyûcû nîne di girtekê de cih girt. Beyana Ahmet Kûyûcû cuda ye. Beyanên wî yên ji Girtîgeha Tarsûsê hatin wergirtin ji bo ku îdianame çawa hatiye amadekirin, lêpirsîn çawa hatiye birêvebirin girîng in. Kûyûcû dibêje ‘Roja ku ez jidayikbûme heta niha ez li Îzmîrê rûdinim. Tu zirara bersûcan li min çênebû, ez difikirim ku nasnameya min hatiye tevlîhev kirin’. Em difikirin ku girîng e dadgeh lêkolîna vê bike.    ÎTÎRAZÊN ME WE PAŞGUH KIRIN   Ahmet Çaglayan ê bi heman awayî li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Samsûnê di 23’yê Adara 2022’yan de îfade daye jî wiha dibêje: ‘Ez nizanim ji bo çi we gazî mink iriye. Min di bûyerên Kobanê an jî xendekan de cih negirt. Ez li senayiyê weke esnaf dixebitim, tu mexduriyeta min nîne.’ Veysel Alan jî li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê wiha gotiye: ‘Têkildarî bûyerê tu agahiya min nîne, ez ne karmend im. Bavê min memûr e tenê li Bedlîsê xebitî, ez giliyê nakim, nizanim ji ber çi îfadeyê didim.’ Me têkildarî van her sê îfadeyan îtîraz kir lê dadgeh tevî vê yekê jî wisa berdewam kir.”    ‘EVRAQÊN SEXTE HATINE AMADE KIRIN’   Bozan, diyar kir ku nizanin kes çawa li dosyayê hatine zêdekirin û got: “Ez serokê heyeta dadgehê ya Mersînê ku îfade jê hatiye girtin nas dikim, kureya îdîanameyan qet naxwîne. Heke kurteya îdîanameyê xwendibûya û ji gilîker re qala mafên wî bikira, wê me ronî bikira. Belgeyên sexte hatine amadekirin. Tê gotin ku di danekirinê de îdianame hatiye xwendin. Eger vê dikin, yek bi yek divê hûn bibînin û wan pîroz bikin. Ji hemû xebatan 300 rûpelan dixwîne û beyanekê werdigire.”   Bozan, xwest ku dadgehên ku beyanên gazinkeran digirin di heman rojê de çend îfade girtine were lêkolînkirin û diyar kir ku wergirtina beyanên gazinkeran li dijî ûsûlê ye. Bozan, ragihand ku gazinker Uzeyîr Yîgît di îfadeya xwe de dibêje “Ji 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li min geriyan ku ez tevlî vê dozê bibim” û wiha got: “Divê dadgeha we derbarê vê mijarê de lêkolîn bike. 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ji bo mexdûr û gazinker tevlî danişînê bibin lêdigere.” Bozan, xwest ku mexdûrê ku li 21’emîn Dadgeha Cezayê Giran hatiye guhdarkirin jî ji nû ve bê guhdarkirin.   BINÇAVKIRINA ÇOLAK   Bozan binçavkirina serokê dadgeha Doza Kobanê yê berê Bahtiyar Çolak bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Çolak di çarçoveya lêpirsîna ‘atadedeler’ hate binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hate berdan. Di çapemeniyê de cih girt ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Wezîrê Karên Hundir ji civîna ‘atadedeler’ re bûne referans. Bêyî ku em naveroka îdianameyê bizanin, MHP’ê ji bo girtina HDP’ê bang li Dadgeha Bilind kir. Tê îdiakirin ku civîna di sala 2020’an ku Bahtiyar Çolak beşdar bûye de jî Bahçelî bûye referans. Heke ev îdia rast bin divê dadgeh demildest darizandinê bi dawî bike û biryara beraetê bide.”     Saet û nîv navber dan danişînê.