Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Dadgeha Înfazê dan 2022-03-28 14:15:22   STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber tevî bi ser bi dawîbûna qedexeya hevdîtina bi malbatê ya muwekîlê wan Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re 3 meh derbas bûne jî, tu hevdîtin nehatin kirin serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yîldîrîm û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de dimînin, di 22’yê Mijdarê de bi daxwaza “bi awayekî lezgîn hevdîtinê bikin” serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran di serlêdana xwe de diyar kirin ku ji Ocalan û 3 muwekîlên xwe yên din saleke agahiyê nagirin û têkildarî rewşa wan a weke jiyan û tenduristiyê, şertên girtinê, rewşa wan a hiqûqî û şewbê xwediyê tu agahiyan nînin û ji dadgehê xwestin ku “rewşa agahî negirtinê bê bidawîkirin” û bi muwekîlên xwe re bi awayekî fîzîkî hevdîtinê bikin.    Dadgehê di heman rojê de serlêdana parêzeran bersivand. Di bersiva dadgehê de derket holê ku derbarê Ocalan de du qedexeyên hevdîtinê yên nû hatine dayîn. Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê ku daxwaza hevdîtinê ya parêzeran qebûl nekir, qedexeya 6 mehan a hevdîtinê ku di 12’ê Cotmehê de derbarê Ocalan de hatiye dayîn weke hêcet nîşan da.    Dadgehê, ji bo biryara neqebûlkirina hevdîtinê ya malbatê jî biryara Serokatiya Dîsîplînê ya Girtîgeha Îmraliyê ya di 18’ê Adarê de ji bo 3 mehan “qedexeya hevdîtinê” daye, weke hêcet nîşan da. Dadgehê têkildarî qedexeyên hevdîtinê yên malbat û parêzeran cih neda tu hêcetan.    JI NÛ VE SERÎLÊDAN   Parêzeran, tevî ku qedexeya hevdîtinê ya bi malbatan re di 18’ê Mijdara 2021’an de bi dawî bû jî, ji ber ji serlêdanên malbatan ên li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirine tu bersiv nehatin dayîn, careke din serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan. Parêzeran di serlêdana xwe de xwestin ku hemû astengiyên li dijî hiqûqê yên li pêş serdanên malbatan de bên rakirin û hevdîtina bi malbatan re bê kirin.    SERLÊDAN BI AWAYEKÎ BÊ BERSIV TÊN REDKIRIN   Parêzeran di serlêdana xwe de ev tişt destnîşan kirin: “Herî dawî ji ber şertên tecrîda mutleq a li dijî hiqûqê bên rakirin bi armanca ku bi muwekîlên xwe re hevdîneke lezgîn bikin di 22’yê Mijdara 2021’an de me serî li Dadgeha Înfazê dabû. Dadgehê di biryara xwe ya di heman rojê de derbarê muwekîlên me de wiha gotibû; Hat diyarkirin ku biryara Lijneya Dîsîplînê ya Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a  Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ya bi dîroka 18’ê Tebaxa 2021'an û bi hejmara 2021/3'an re 3 mehan qedexeya hevdîtinên malbatan heye û ev biryarên qedexeyê bêyî îtiraza muwekîlan teqez bûne. Lê tevî 3 meh bi ser vê biryara cezayê hevdîtinê yê li dijî hiqûqê derbas bûye jî daxwazên hevdîtinê yên ji aliyê malbatên muwekîlên me ve ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê hatine kirin, bê bersiv hatine hiştin û nehatine qebûlkirin.”