Ji nû ve jidayikbûna gelekî 2022-03-28 10:51:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ê 4’ê Nîsanê weke ‘Ji nû ve jidayikbûna gelekî’ penase dikir, wiha gotibû: “Veqetîna fîzîkî ya di navbera me de bê wate ye. Ez li Amarayê li ser sifreya rojê me.”   Gelê kurd, bi daxwazên xwe yên azadiyê ku li qadên Newrozê qîrkirin, 73’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan pêşwazî dikin. Ocalan, ê bi komployeke navnetewî di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derketibû û di 15’ê Sibata 1999’an de xistibûn Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 23 sal in di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Rêberê PKK’ê yê ku nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, piştî ku di 25’ê Adara 2021’an de birayê wî Mehmet Ocalan re bi telefonê axivîbû û telefona wan di nivî de hatibû qûtkirin, tu agahî jê nayên girtin.    Bi milyonan kesên ku li dijî politikaya “agahî negirtinê” ya li Girava Îmraliyê xistin dewrê li qadên Newrozê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin, azadiya Ocalan qîrkirin. Gelê kurd bi vê daxwaza xwe xwe amade dike ku 73’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ku weke “ji dayik bûn” penase dikin pîroz bikin.    JIDAYIKBÛNA GELEKΠ   Ocalan ê ku gotibû 4’ê Nîsanê ji rojbûneke kesayetî wêdetir, ji nû ve jidayikbûna gelekî ye, bi rêya Şandeya HDP’ê di 4’ê Nîsana 2014’an de ji pîrozbahiyên li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê hatibûn pîrozkirin re ev peyam şandibû: “Ez hemû hevrêyên xwe, ciwan û jinên ku xeyalên xwe yên azadiyê di kesayeta min de kirine yek û ber bi Amarayê ve dimeşin silav dikim. Têkoşîna me ya azadiyê ku 40 sal berê me bi gotina Kurdistan mêtingerî ye dest pê kir, niha bi fedekariya we, keda nirxên me yên nayê niqaşkirin û têkoşîna biryardar a hemû saziyên me hatiye ber jiyana xwe rêveberiyê. Ev erdnîgarî baxçeyekî gelan bû ku pirnasname, pirçandî, pir bawerî û pir rastiyên cuda hebûn li kêleka hev dijîn.”   SIBEROJÊN AZAD   Ocalan, destnîşan kiribû ku bi bîrdozî û hişmendiya pergalên kevin, jiyana li ser van axan ne pêkan e û wiha gotibû: “Avakirina civaka azad tenê bi pêşxistina rêveberiyên xweseriya demokratîk dê pêkan be. Avakirina civaka azad, encax danîna şûna mirovê kolekirî ya mirovê azad pêkane. Li ber ronahiya vê rastiyê jî wê were fêhmkirin ku zindanên fîzîkî gelekî bêwate ne. Îlhama pratîka me ya têkoşînê ya ji bo gelên cîhanê, bi rastî jî rastiyeke ku zindan veguherandiye qadên azadiyê. Em dizanin ku dema hûn wisa lê nenêrin, hemû welat bi çiya, deşt û bajarên xwe ve vediguhere zindaneke tarî.”   SIFREYA ROJÊ    Rêberê PKK’ê ku diyar kiribû veqetînên fîzîkî bê wate ne wiha bi lêv kiribû: “Ez îro li Amarayê bi we re li ser sifreya rojê me. Ez yek bi yek di nav hemû hevrêyên xwe de me. Axa me ya ku ne tenê şahidiniya bûyîna me şahîdiniya bûyîna hemû şaristaniyê kiriye di serî de hevrêyên me yên jin û ciwan emanetî gelê me yê xwedî hesta azadiyê dikim. Bi baweriya ku bi hev re li welatekî azad hev bibînin, we hembêz dikim.”