ROJEVA 28'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-28 09:00:26 * Karkerên înşaatê yên bandor ji krîza aborî digirin, heqdesta wan a 9 saetan 150 TL ye. Karkeran bilêv kir ku bi salan e heqdesta wan wiha ye û bal kişandin ser têkoşîna rêxistinbûyî.  * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 385’emîn de berdewam dike.   * 11’emîn danişîna Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)   * DFG wê rapora xwe ya li ser binpêkirinên mafan ên giran ên li Tirkiyeyê li dijî rojnamevanan pêk tên, li avahiya komelaya xwe aşkera bike. DFG, her wiha wê belgefîlma “Di Tunela Tirsê De Rojnamevanî” pêşkeş bike.    * Çalakiyên Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Wan û Îzmîrê dane destpêkirin berdewam dike. (13.00-16.00)   * Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê dê di salvegera komkujiyê ya di meha 123’yemîn de li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide.