Latîfecî ku beriya 27 salan hat kuştin li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-03-27 14:58:51   HATAY - Mehmet Latîfecî ku dema Serokatiya DEP'ê ya Navçeya Samandagê dikir bi bavê xwe re hatibû kuştin, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Mehmet Latîfecî ku di sala 1995'an de dema Serokatiya DEP'ê ya Navçeya Samandagê dikir bi bavê xwe Yahya Latîfecî re hatibû kuştin, di 27'emîn salvegera kuştina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Bernameya bîranîn li Goristana Gundê Sûtaşi yê Samandagiyê pêk hat û rêveberên HDP, SKYP, TOP, TÎP, ÎHD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllar û hevalên têkoşînê yên Latîfecî tevlî bîranînê bûn.    'DAXWAZA WÎ YA HERÎ MEZIN ZIMANÊ ZIKMAKÎ BÛ'   Di bîranînê de Parlamenter Hatîmogûllari axivî û dev tişt got: "Herkesê ku Mehmet Latîfecî nas dike baş dizane ku daxwaza herî mezin a Mehmet Latîfecî bi awayekî azad herkes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive bû."