Cerdevanên ku dest dirêjî zarokê kirin parastvanê şaredarê AKP'î derket 2022-03-27 11:12:33   ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê, Cengîz Aydemîr ku yek ji cerdevanên dest dirêjî zaroka 15 salî ya bi navê S.A. kiribûn parastvanê Şaredarê AKP'î yê Bajaroka Dêrahînê Cemîl Yildiz derket.   Li bajaroka Dêrahînê ya navçeya Qileban a Şirnexê, derket holê ku zaroka 15 salî ya bi navê S.A. ku bi damariya xwe re dijî demeke dirêj e fihûş lê tê ferzkirin. Hat hînbûn ku Cengîz Aydemîr û Semyan Yildiz ku dest dirêjî zarokê kirine cerdevan in. Derket holê ku Cengîz Aydemîr di heman demê de parastvanê Şaredarê AKP'î yê Bajaroka Dêrahînê Cemîl Yildiz e. Di meha cotmeha 2021'an de piştî ku zarok S.A ducanî mabû destdirêjiya li dijî wê derketibû holê.    CERDEVANÊN TECAWIZKAR!   Di îfadeya xwe ya ku li qereqolê dabû de S.A. diyar kiribû ku damariya wê fihûşê lê ferz kiriye û ev tişt gotibû: "Nêzî 7-8 salan e ez bi damariya xwe B.A. û bavê xwe A.A re (...) dijîm. Damariya min B.A. bi pere min bi kesên li gund nas dikir re dida razandin û tundiyê li min dikir. Destûr nedida ku ez derkevim derve. Bi tawê li serê min dida. Cengîz Aydemîr û Semyan Yildiz di meha cotmehê de bi hev re hatin mala me û li odeya mêvanan rûdiniştin. Min ji damariya xwe pirs kir ku hatine çi? Ji min re got, 'dengê xwe nake û derbasî hundir bibe, ez ê bi te re biaxivim'. Dema derbasî mitbexê bûm serê min li dezgehê mitbexê xist û piştre bi milê min girt û avêt odê û derî girt. Di vê navberê de Cengîz Aydemîr (...) dest dirêjî min kir. Ez Cengîz Aydemîr û Semyan Yildiz nas dikim û em li heman gundî dijîn. Cengîz Aydemîr cerdevan e. Nizanim Semyan cerdevan e yan na. Lê çeka wî hebû. Piştî destdirêjiya Cengîz Aydemîr bi 4 rojan Semyan Yildiz jî pere da damariya min û dest dirêjî min kir. Cengîz Aydemîr û Semyan Yildiz timik dest dirêjî min kirine. Kes nebûye şahidê vê. Ji ber ku xwişk û birayên min çûne dibistanê vê nedîtine. Bavê min jî ji ber ku karmend e nebûye şahid."   JI BO NEREVE BI HESÎNÊ LI SERÊ WÊ DAYE   Cerdevan Cengîz Aydemîr û Semyan Yildiz herî dawî di 27'ê mijdara 2021'an de çûne malê û dest dirêjî S.A. kirine ûı 500 TL pere dane damariya wê. Dema ku S.A. dixwaze ji malê bireve nî damariya wê bi hesin li serê wê dide û ew dide rawestandin. Piştî derba hesin a li serê wê welatî wê radikin binkeya tenduristiyê. Ji ber ku rewşa wê giran e wê ji vir jî radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê û piştre wê radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî tedawiya xwe S.A. diçe cem xizmên xwe yên li navçeya Silopiyayê. Destpêkê giliya damariya xwe dike û piştre ku hîn dibe ducanî ye di 14'ê adarê de giliya damariya xwe B.A û cerdevan Cengîz Aydemîr û Semyan Yildiz dike.    DAMARÎ Û HER DU CERDEVAN TÊN GIRTIN   Li ser gilîkirina S.A. damariya wê B.A û cerdevan Cengîz Aydemîr û Semyan Yildiz tên binçavkirin. Destpêkê tên berdan lê li ser îtîrazê tên girtin û wan dişînin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.    Dozgeriyê, biryara sînordarkirinê daniye ser dosyayê.