Piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2022-03-26 21:45:50   MÊRDÎN- Abdullah Akçîn ku di sala 1992'yan de li Amedê hat girtin piştî 30 salan ji girtîgehê derket.       Abdullah Akçin ku di sala 1992'yan de bi biryara Dadgeha Ewlehiye ya Dewletê (DGM) ya Amedê cezaya muebbetê lê hat birîn û hat girtin, piştî 30 salan ji girtîgehê derket.  Înfaza Akçîn îro temam bû û ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê hat berdan. Malbata wî Akçîn li ber derê girtîgehê pêşwazî kir. Piştî ku hat berdan Akçîn bi malbata xwe re çû taxa Koçeran a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê.    Akçîn li Nisêbînê jî ji aliyê gelek xizm û niştecihên taxa xwe ve hat pêşwazîkirin.