Ji DFG'ê kurtefîlmê binpêkirina mafên rojnamegeran 2022-03-26 17:54:33   NAVENDA NÛÇEYAN - DFG'ê, belgefîlmekê bi navê "Rojnamevaniya di Tunela Tirsê de" ku mijara wî binpêkirinên mafên rojnamegeran e û rapora "Rojnamevaniya di Nav Çar Dîwaran de" amade kir.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG), di encama xebata 4 mehan de belgefîlmekê bi navê "Rojnamevaniya di Tunela Tirsê de" ku mijara wî binpêkirinên mafên rojnamegeran e û rapora "Rojnamevaniya di Nav Çar Dîwaran de" amade kir. Derbarê belgefîlm û raporê de wê di 28'ê adarê de civîneke çapameniyê bê lidarxistin. Wê di civînê de belgefîlm bê nîşandan. Di heman demê de wê hem kurtefîlm hem jî rapor di 28'ê adarê de bi zimanê kurdî, tirkî û îngilîzî li ser rûpelê komeleyê û platformên dijîtal bên weşandin. Her wiha bi armanca ku li sazî û dezgehan bê belavkirin wê rapor weke pirtûkok jî bê weşandin.    Di belgefîlma “Rojnamevaniya di Tunela Tirsê de” de rojnameger astengiyên di derbarê nêrîn û ramanê de, avakirina împaratoriya tirsê û pirsgirêkên ku rojnamevan dijîn vêdibêjin.    Li aliyê din rojnamevanên ji ber fikr û ramanên xwe di zindanan de girtîne jî di rapora “Rojnamevaniya di Nav Çar Dîwaran de” rastiya welêt radixin ber çavan. Çima hatine girtin, pirsgirêkên ku li zindanan dijîn û berfirehiya pêkutiyên ku li wan tên kirin di raporê de hene.