Muhtac e ku malbata wê li wê binêre lê dikare di girtîgehê de bimîne! 2022-03-26 17:00:50   ENQERE - Mehtap Şenturk a ji sedî 80 astengdar û li Girtîgeha Sîncanê tê girtin tevî derbarê wê de pirsgirêkên “ji tedawiya heyî sûdeke baş negirtiye, nikare destava xwe ya biçûk bigire, lingên wê xwe nadene ber” hatine tespîtkirin jî ji ber tedawiya psikiyatrik neditiye rapora dikare di girtîgehê de bimîne dan wê.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, di hefteya 394’emîn a çalakiay xwe de li pêş Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da çapmeniyê. Di daxuyaniyê ku pankarta “Dermankirin maf e, nikare were astengkirin” hate vekirin de Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê û Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen axivî.    Çevîrmen, bal kişand ser girtiya nexweşa giran Mehtap Şenturk a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin.    ‘JI SEDÎ 80 ASTENGDAR E’   Çevîrmen, da zanîn ku Şenturk a piştî cezayê wê yê hefsê hate pejirandin di 3’yê Adara 2022’yan de hate girtin, 15 sal in nexweşiya MS pê re heye. Çevîrmen, bi bîr xist ku di 28’ê Îlona 2021’an de rapora weke “Ji sedî 80 nikare li ser piyan bisekine, bimeşe” dane Şenturk û anî ziman ku ji bilî nexweşiya MS nexweşiya epîlepsiyê jî bi Şenturk re heye.    LI GORÎ RAPORÊ DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Çevîrmen, bi lêv kir ku di 16’ê Adara 2022’yan de Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Yildirim Beyazit a Dişkapi Şenturk muayene kiriye, rapora “Dikare di Girtîgeha Tîpa R de bimîne” daye wê û wiha berdewam kir: “Di raporê de dinivîsî ku nexweşiya MS pê re heye, tedawiya heyî sûdeke baş negirtiye, nikare destava xwe ya biçûk bigire, lingên wê xwe nadene ber hatine tespîtkirin û ji ber tedawiya psikiyatrik neditiye rapora dikare di girtîgehê de bimîne hatiye amadekirin.”   DIVÊ DEMILDEST ÎNFAZA WÊ WERE TALOQKIRIN   Çevîrmen, bi lêv kir ku Şenturk a muhtac e ku malbata wê li wê binêre hêj jî di girtîgehê de tê ragirtin û da zanîn ku serlêdana parêzerê wê ya daxwaza taloqkirina înfazê hêj nehatiye bersivandin. Çevîrmen, destnîşan kir ku pêdiviyên Şenturk ji aliyê dayika wê ve tên pêşwazîkirin û got: “Hem dayika wê hem jî ew bi xwe mexdûr dibin, şertên girtîgehê ferzî dayika wê jî tên kirin. Keseke astengdariya wê evqas giran ne pêkane ku li Girtîgeha Tîpa R bimîne. Ji bo ku Şenturk a muhtacî li lênêrînê heye were dermankirin, hemû pêdiviyên wê bên pêşwazîkirin divê demildest înfaza wê were taloqkirin.”