Hilbijartina Serokomariyê ya Iraqê dîsa hat taloqkirin 2022-03-26 16:31:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Dîwana Serokatiya Parlamentoyê ya Iraqê ji ber ku hejmara parlamenterên beşdarî civînê bûne kêm bû, hilbijartina Serokomariyê ya Iraqê dîsa taloq kir.    Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê nû saet di 11.00’an de civiya. Ji bo hilbijartin were kirin, diviyabû 220 parlamenter di civînê de amade bûna. Lê belê ji ber ku ev hejmar temam nebû, hilbijartin hat taloqkirin. Dîwana Serokatiya Parlamentoya Iraqê piştî ku zelal bû ku hejmara pêwîst temam nebûye, hilbijartin taloq kir. Ji bo Hilbijartina Serokomariyê ya Iraqê dê di roja çarşemê de dîsa civîn bê lidarxistin.    Di parlamentoya Iraqê de 329 parlamenter hene. Ji bo ku Hilbijartina Serokomariyê were kirin, hewceye ji 3 pişkan 2 jê di civîna hilbijartinê de amade bibin ku ev jî teqabûlî 220 parlamenteran dike. Lê di rûniştina îro de tenê 202 parlamenter amade bûn.    Ji bo Serokomariya Iraqê 40 namzet hene. Di nava van namzetan de namzetê PDK’ê Rêber Ehmed û yê YNK’ê Berhem Salih derdikevin pêş.