Walîtiya Rihayê derbarê Aksem de daxuyanî da 2022-03-26 15:59:42   RIHA - Walîtiya Rihayê îdia kir ku Muharrem Aksem di encama cismek li erdê dîtiye û pê ve teqiyaye jiyana xwe ji dest daye.    Li gundê Micid ê bi ser navçeya Eyyubiye ya Rihayê ve Muharrem Aksem ê 16 salî ku şivaniyê dikir li cihê fêrkirina guleberdanê ya polîsên tîmên taybet mirî hatibû dîtin û laşê wî parçe bûbû û laşê wî ji guleyan bûbû mîna seradê. Cenaze di 23’ê adarê de hatibû dîtin. Walîtiya Rihayê têkildarî bûyerê daxuyaniyek nivîskî weşand. Walîtiya Rihayê îdia kir ku Muharrem Aksem di encama cismek li erdê dîtiye û pê ve teqiyaye jiyana xwe ji dest daye. Walîtiyê got têkildarî bûyerê lêpirsîna edlî û îdarê berdewam dike.