Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin 2022-03-26 15:38:07   ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Halîs Çîçek ê bi penceşêra mîzdankê ketiye û got tedawiya nayê kirin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxê Îzmîrê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Sumerbanka kevn a li Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêdeng nebe, nebe şirîkê sûc, dimirin” hat vekirin.    Sereterê ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin diyar kir ku ew vê hefteyê balê dikişînin ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîl Çelîk ê li Girtîgeha Silîvriyê ya Jimara 5’an a Tîpa L’yê girtî ye û wiha got: “Cengîz Sînan Halîs Çîçek di 22 saliya xwe de di sala 1996’an de li bajarê Agiriyê birîndar hatiye girtin. Ji ber îşkenceyê lê hatine kirin, bi nexweşiya epîlepsî dikeve. Di serê wî û monikên wî de parçeyên şarapnele hene. Ev dibin sedema fikarên felcê. Piştî ku krîza epîlepsiyê derbas dike, leşker tacîzî wî dikin. Niha ew li Girtîgeha Silîvriyê ji bo 14 rojan xistine karantînayê.”    GIRTÎ NAYÊ TEDAWÎKIRIN    Aydin da zanîn ku îdareya girtîgehê derbarê Çîçek de agahî nade malbata wî û tevî ku revîr dibêje divê wî rakin beşa nurolojiyê ya nexweşxaneyê jî lê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û tedawiya wî tê astengkirin. Aydin da zanîn ku girtî bi nexweşiya penceşêra mîzdankê jî ketiye û malbat ji rayedaran dixwaze tedawiya wî tavilê bê kirin. Aydin diyar kir ku ew dixwazin tavilê rewşa girtiyên nexweş bê çareserkirin û Cengiz Sînan Halîs Çelîk û hemû girtiyên nexweş werin berdan û tedawiya bê kirin.