‘Ocalan îradeya bi milyonan mirov e’ 2022-03-26 14:49:53   XARPÊT - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Yunus Parim di kongreya partiya xwe ya Xarpêtê de axivî û diyar kir ku di Newrozê de bi milyonan kes daxwaza azadiya Ocalan kiriye û wek îradeya xwe qebûl kiriye.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Xarpêtê Kongreya xwe ya Asayî ya 4’emîn bi dirûşma “Em ber bi pêşerojê ve dimeşin” li eywanek dawetê li dar xist. Di kongreyê de pankart û wêneyê Denîz Poyraz hatin daliqandin. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Yunus Parim û rêveberên HDP’ê yên Xarpêt, Dersim, Çewlig, nûnerên rêxistinên sivîl û rêveberê EMEP’a Xartpêtê û gelek kes tevli kongreyê bûn.    Yunus Parim di kongreyê de axivî û bal kişand ser xebat û têkoşîna HDP’ê û her kongreyek wan hêzê û nûjeniyê dide wan. Parim bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê ku bi milyonan kes beşdar bûn û destnîşan kir ku îrade û beyanên di Newrozê de derketin holê divê ji aliyê îktidar û muxalefetê ve baş were dîtin. Parim anî ziman ku di pîrozbahiyên Newrozê de bi milyonan mirovên kom bûn ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek navnîşan hat nîşandan û carek din bi milyonan kes destnîşan kir ku Ocalan îradeya wan e.    Piştî axaftinên hatin kirin Shera Konar û Alî Yildirim ji bo hevserokatiya HDP’a Xarpêtê hatin bijartin.