KESK’ê xwest endamên wan ên îxrackirî vegerin karê xwe 2022-03-26 14:09:35   AMED - Endam û rêveberên KESK'a Amedê ji bo sepanên OHAL’ê bi dawî bibin û endamên wan ên hatine îxrackirin vegerin karê xwe çalakiya xwe domandin û hat gotin dê çalakiya wan berdewam bike.    Platforma Şaxan ên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê ji bo ku endamen wan e ku bi Bîryarnameyên di Hukma Qanûnê de (KHK) ji kar hatine îxrackirin dîsa vegerin karê xwe û xala 35’e min bê rakirin û spanên OHAL’ê bi dawî bibin li Parka Xezal a li semta Ofîsa Amedê daxuyanî da. Gelek endamen KESK’ê di daxuyanîye de amedê bûn û pankarta ku li ser, “KHK wê rabin em ê bimînin” nivîsandibû hat vekirin û dirûşma “Bijî berxwedana kedkaran” berz kirin.    XWEST JINÊN HATIN GIRTIN BÊN BERDAN    Serokê Sendîkaya Xebatkarên Veguhestina Yekbûyî (BTS) ya Şaxa Amedê Suleyman Bozkurt daxuyanî xwend. Bozkurt da zanîn ku di 16’ê adarê de 25 jinên siyasetmedar û endamên sendîkayê hatine binçavkirin û jinên endamên sendîkayê tenê ji bo endamtiya wan sendîkayê hebûye hatine binçavkirin. Bozkurt xwest hevalên wan ên hatine girtin tavilê bên berdan.    ‘BILA HEVALÊN ME VEGERIN SER KARÊ XWE’    Bozkurt destnîşan kir ku desthilata AKP û MHP’ê bi sepanên bêhiqûqî bi hezaran endamên wan îxrac kiriye û wiha got: “Heta hemû hevalên me vengerin karê xwe em ê çalakiya xwe bidomînin. Di 2016'an de bi hezaran hatin îxrackirin û ji kar hatin avêtin. Gelek kes birçî man û bi mirinê re rûbirû hatin hiştin. Em carek din ji vir dibêjin, Tu kes nikare ji ber xebatên sendikayî hevalên me sûcdar bike. Hevalên me yên ku ji ber xebatên xwe hatine îxrackirin rûmeta me ne. Bila xala 35'emîn were rakirin û spanên OHAL’ê bi dawî bibin. Hevalên me yên ku hatine bila demildest vegerin ser karê xwe. Heta hevelekî me bimîne û venegere karê xwe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”