‘Gelo hêceta girtina şopa tiliyên zarokên 5 salî çi ye?’ 2022-03-26 13:36:48   ENQERE - Parlamenterên HDP’ê binçavkirina Zeynep B. a ku bi hêceta zarokên wê cilên netewî li xwe kirine û girtina şopa tiliyên zarokan birin rojeva Meclisê.     Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn û Omer Farûk Gergerlîoglu binçavkirina Zeynep B. a ku bi hêceta zarokên wê yên cêwî ku 5 salî ne di Newrozê de cilên netewî li xwe kirine û girtina şopa tiliyên zarokan birin rojeva Meclisê. Parlamenterên HDP’ê bi xwesteka ku Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Wezîrê Karên Navxweyî bibersivînin pêşniyazname dan Serokatiya Meclîsê. Parlamenteran di pêşniyaznameya xwe de pirsa “Hêceta ku şopa tiliyên du xwişkên hev ku hatiye girtin çi ye” û binçavkirina dayika wan Zeynep B. çi ye kirin.   Tosûn û Gergerlîoglu xwestin her du wezîr jî pirsên wan bibersivînin.