‘Çima tu pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re dişînî?’ 2022-03-26 12:10:26   DENÎZLÎ - Serdozgeriya Komarê ya Denîzliyê derbarê Muhhammed Salîh Demîr ê ji hevalê xwe girtî re pere şand hepsê û 3 kesên din de lêpirsîn da destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Bajarê Denîzliyê derbarê kesên ku ji heval û xizmên xwe yên girtî re pere şandin hepsê lêpirsîn da destpêkirin. Lêpirsîn derbarê Nûnerê Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hikmuxwaran (TUHAYDER) ê Denîzliyê Muhlîs Kayar û 4 kesên din de hat destpêkirin. Welatî di dîrokên cuda de ji bo îfadeyê çûn Midûriyeta Polîsan û îfade dan. Polîsan ji welatiyan sedema şandina pereyan a girtîgehê û şixûlîna girtîgehê de pirs kirin.    PIRSA DAYIKA WÎ JÊ KIRIN    Muhammed Salîh Demîr jî yek ji kesên lêpirsîn derbarê wî de hatiye destpêkirin e. Demîr diyar kir ku wî pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re şandiye. Engîn Yurtsuz jî ku lêpirsîn derbarê wî de hatiye destpêkirin got ew demek kin e ji girtîgehê hatiye berdan û ji hevalê xwe yê qawişê re pere şandiye.    Her wiha ji Demîr hat pirsîn ku dayika xwe nas dike an nake û ka endama rêxistinê an nake.