Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan 2022-03-26 10:15:36 AMED - Di nava 16 rojan de ji 4 girtiyên ku li Amedê berdana wan hatiye astengkirin 2’yan jê jiyana xwe ji dest dan û her du yên din jî şandin girtîgehê. Ji van girtiyan yek jê bi felcê ketiye û yê din jî dermanê nexweşiya wî nîne.  Li girtîgehên Tirkiyeyê hema hema her roj binpêkirinên weke tundiya fîzîkî, zexta psîkolojîk, nêzikatiya xerab û îşkence dikevin rojevê. Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku di 14’ê kanûna 2021’an de hatibûn parvekirin; li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Gelemperiya van girtiyên nexweş jî yên siyasî ne. Hejmara girtiyên nexweş roj bi roj zêdetir dibe. Yek ji van girtiyên nexweş jî Abdullah Boran (80) bû ku bi nexweşiya penceşêra kolonê ketibû û di 23’yê adarê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê jiyana xwe ji dest da.    TERKÎ MIRINÊ KIRIN    Abdullah Boran ev 26 sal bûn di girtîgehê de bû û di van du salên dawî de bi vê nexweşiyê ketibû. Boran, di van 7 mehên dawî de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê di beşa venihêrîna awarte de bû. Tevî temenê mezin û nexweşiya xwe jî Boran nehat berdan û bi awayekî vekirî terkî mirinê hat kirin.    Di serî de malbatên girtiyan ku naxwazin tabûtên xizmên wan ji girtîgehan derkevin, komeleyên di vê mijarê de xebatan dimeşînin, baro û rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku di vê mijarê de hikûmet gavan biavêje. Malbatên girtiyan li aliyekî bi çalakiya Nobeta Edaletê hewl didin dengê xwe bigihînin hemû kesî û li rexa din jî dixwazin ku partiyên muxalîf alîkariyê bidin wan.    Êdî rewşa girtiyên nexweş gihiştiye astekî wisa ku ji bo wan her saetek jî dikare bibe derengî. Di heman demê de girtiyên nexweş ên ku cezayê wan xelas bûyî lê ji ber astengiyên girtîgehê nayên berdan jî, bi mirinê re rû bi rû tên hiştin.    Di nava 16 rojên dawî de ji 4 girtiyên nexweş ên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan 2’yan jê jiyana xwe ji dest dan û yên din jî tevî ku rewşa wan a tenduristiyê xerabe jî dîsa şandin girtîgehê.    BERDANA DERENG RÊ LI BER MIRINÊ VEKIR    Yek ji girtiyên ku rewşa wî zêde giran bûyî û piştre hatiye berdan jî Bedrî Çakmak bû. Çakmak, çawa ku hate berdan rakirin nexweşxaneyê lê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di sala 2011’an de Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) namzetiya 12 parlamenterên kurd veto kiribû û li ser vê yekê jî li Amedê çalakî hatibûn kirin. Çakmak jî di wan çalakiyan de hatibû binçavkirin û piştre hate girtin. Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê penceşêra mîde, raşîtîzm û xitimîna demaran lê peyda bûbûn. Ji ber van nexweşiyan jî heta 35 kîloyan zeîf bûbû. Li ser berteka raya giştî, Çakmak di sala 2021’an de hêj bo berdana wî salek mabû ku hate berdan. Çakmak ku tedawiya wî li derve didomiya, di êvara 10’ê adarê de jiyana xwe ji dest da.    KARÎ TENÊ 10 ROJAN BIJΠ   Nexweşê penceşêra rûviyan Hayrî Karaş ku bi Çakmak re li heman girtîgehê dima jî di 15’ê adarê de jiyana xwe ji dest da. Karaş, 10 roj berê ji ber nexweşiya xwe ji girtîgehê hatibû berdan. Di sala 2009’an de di çarçoveya “Operasyonên KCK’ê” de hatibû girtin û 4 salan di girtîgehê de mabû. Karaş demekî nêz berê ji ber dosyayeke din dîsa hatibû girtin. Lê Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê ji bo Karaş rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû û li ser vê yekê jî hatibû berdan. Lê belê di vê navberê de nexweşiya Karaş pêş ket û li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.   Ji ber ku berdana Çakmak û Karaş hate taloqkirin, jiyana xwe ji dest dan. Li rexa din jî tevî ku rewşa wan a tenduristiyê nebaş e, ne Zekî Bektaş û ne jî Îsmet Çardak nayên berdan.    DERMANÊ NEXWEŞIYA WÎ NÎNE!    Îsmet Çardak di sala 1992’yan de bi cezayê muebbetê hate girtin. Li girtîgehê bi nexweşiya ku jê re dibêjin “miyopatiya genetîk” ket û ji ber vê nexweşiyê masûlkeyên laş dihelin. Bijîşkan ji ewil ji bo vê nexweşiyê teşhîsa fetqa piştê û siyatîkê danî û tedawiyeke xelet kirin. Ji ber vê yekê jî nexweşiya wî ya ku dermanê wê tune ye pêş ket. Bi giranbûna nexweşiyê re jî Çakmak 23 sal piştre li ser rapora ATK’ê, di 6’ê nîsana 2015’an de hate berdan.    TEVÎ VÊ JÎ CEZAYÊ WÎ PAŞVE NEDAN   Çardak, ev 7 sal bûn li cem malbata xwe dihat dermankirin. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ku Çakmak lê dihat dermankirin, di 21’ê sibata 2022’yan de rapora “hewce nake ku cezayê wî were taloqkirin” amade kir. Tevî ku di raporê de dihat gotin ku “dermanê nexweşiya wî nîne”, ev rapor hat amadekirin. Di çarçoveya raporê de Çardak çendek roj piştre li mala xwe hate binçavkirin û birin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.    JI SEDÎ 90 FELC BÛYE    Zekî Bektaş jî piştî emeliyeta dil felc bû. Bektaş ku ji sedî 90 felc bûye û ketiye nav nivînan, nikare sexbêra xwe bike lewma hevalên wî lê dinihêrin. Di encama hewldanan de ATK’ê di mijdara 2019’an de raporek amade kir û li ser taloqkirina ceza jî Çakmak hate berdan.    Bektaş li derve li cem malbata xwe dihat tedawîkirin û li gel ku rewşa wî ya tenduristiyê baş nebû jî, ji ber rapora ku digot “dikare di girtîgehê de bimîne”, hate girtin û birin girtîgehê.    BEKTAŞ HATE SEWQKIRIN, ÇARDAK LI BENDÊ YE   Parêzerên Bektaş û Çardak ji bo ku miwekîlên wan bên sewqkirin, serî li ATK û Dadgehê dan. Hat zanîn ku kar û barên sewqkirinê yên Bektaş dest pê kiriye û li benda rapora ATK’ê ne. Lê sewqa Çardak hîn nehatiye kirin.    Herî dawî dê ATK biryarê bide bê ka her du girtî dê di girtîgehê de bimînin an na.    MA / Omer Çelîk