Nobeda Edaletê ya Stenbolê: Bibin dengê girtiyan 2022-03-26 09:04:19 STENBOL - Çalakgerên Nobeda Edaletê ya Stenbolê, daxwaza xwe ya ji bo edaletê destnîşan kirin û bang kirin ku her kes bibe dengê girtiyan.  Piştî Amed, Wan û Îzmîrê, xizmên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Stenbolê jî dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobeda Edaletê ya li Amedê di roja 131'ê, ya Wanê di roja 100'î û ya Îzmîrê di roja 32'yan de ye. Nobeda Edaletê ya Stenbolê ku di 24'ê Adarê de dest pê kir, dê her hefte roja pêncşeman bi beşdarbûna 3 malbatan li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin.    Çalakgerên Nobeda Edaletê ya Stenbolê daxwazên xwe anîn ziman û bang kirin ku her kes bibe dengê girtiyan.    Fincê Akman, dayika girtî Yakûp Akman ê di Girtîgeha Sîlîvriyê de, diyar kir ku ji bo binpêkirinên mafan, zilm û tahdeya li girtîgehan bi dawî bibe dest bi Nobeda Edaletê kirine û got: “Li girtîgehan gelek prisgirêk hene. Tahdeya derûnî pir zêde bûye. Em dixwazin zarokên bêyî tahde û zilm cezayê xwe bikişînin. Ma qey mafê zarokên me nîn e? Em tenê doza edaletê dikin. Bila dewlet çavên xwe yên girtî li me veke û binêre em xistine çi halî û divê demlidest çareseriyekê pêk bîne. Em doza mafê zarokê xwe dikin. Zarokê me di girtîgehan de riziyan."    DÊ TIM BITÊKOŞIN   Akman, destnîşan kir ku heya daxwazên wan pêk neyên dê çalakiya wan bidome û got: "Mirov ji bo zarokê xwe dijî. Dewletê jiyan li me heram kiriye, em ê jî jiyanê li wan heram bikin. Heya em mafê xwe bi dest nexin, em rehetiyê nadin wan, em ê tim bitêkoşin."   EDALET   Girtî Xemgîn Karakaş ê di Girtîgeha Bolvadîn a Afyonkarahîsarê ya Tîpa T'yê de, ji Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 2'yan sirgûnî Afyonê hatiye kirin û ji ber ku li ber tahdeyê rabûye ew xistine nava girtiyên edlî. Dayika wî Cemîle Karakaş, got: “Ez edaleta wiha qebûl nakim. Ez ê heya dawiyê ji bo lawê xwe û girtiyên nexweş di vê çalakiyê de bim. Îşkence li lawê min kirin, guhê wî teqandin, kemer xistin gewriya wî. Li cîhanê çi tiştên nebaş hebin tînin serê zarokên me. Em van pêkanînan qebûl nakin. Heya çalakiya me bi ser bikeve ê bidome. Bila hemû dayikên girtiyan rabin ser xwe. Em dayik dengê xwe bigihînin cihanê. Zarokê me ne terorîst in, bila zilma li ser wan bi dawî bibe. Em ji bo zarokên xwe doza edaletê dikin."    'BILA CENAZE JI GIRTÎGEHAN DERNEKEVIN'   Gulsum Dag, xwişka girtî Omer Dag ê di Girtîgeha Balikesîrê de, bal kişand ser girtiyên jiyana xwe ji dest dane û got: “Bes e êdî, em edaletê dixwazin, êdî bihar hat, bila jiyana girtiyên me di hepsan de nerize, bila bihara xwe bibînin. Em azadî û aşitiyê dixwazin. Bes e êdî, bila ev pêkanîn bi dawî bibin. Em naxwazin ciwanên me di girtîgehan de jiyana dest bidin. Birayê min ev 27 sal e di girtîgehê de ye û nexwşîna wî giran e. Em tenê ji bo edaleteke mayinde hatin vê derê. Heya  girtiyên me neyên berdan, dê çalakiya me bidome. Kî doza edaletê bike wan digirtin, dixin hepsan. Zor û zilmê, heqaretê li ciwanên me dikin. Em vê zilm û tahdeyê qebûl nakin. Bila her kes piştgiriya nobedê bike."