Rojnamevan Aydin Engîn hat veşartin 2022-03-25 16:19:13   STENBOL - Rojnamevan Aydin Engîn ê duh koça dawî kiribû, hat veşartin.    Rojnamevan û nivîskar Aydin Engîn ê duh ji ber nexweşiya ku dihat tedawîkirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, li GOristana Çengelkoyê ya Stenbolê hatveşartin. Li ser xwestek ango wesiyeta Engîn û ji ber pandemiyê merasîma cenaze bi girseyî nehat kirin. Hevjîna Engîn, Oya Baydar û lawê xwe Ekîm Engîn li ser gorê şîna xwe qebûl kirin. Xizmên Engîn, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlamenterên HDP’ê, gelek siyasetmedar, rojnamevan û rewşenbî li ser gora wî amade bûn.    Oya Baydar axivî û spasiya kesên sersaxî jê re xwestine kir û got heval û dostên hevjînê wê wan bi tenê nehiştine.   Serokê Basin-Îşê Farûk Eren ku berê ew û Engîn bi hev re xebitîne jî destnîşan kir ku Engîn ji salên 1960’î ve ji bo têkoşîna demokrasiyê dixebitî û ew ê mirovek wiha binirx ji bîra nekin.