Derbarê êrişkarê avahiya HDP’ê de doz hat vekirin 2022-03-25 15:20:52   STENBOL - Derbarê Muhammed Eren Sutçu yê êrişî avahiya HDP’a Bahçelîevlerê kiribû de ji sûcê “heqaret”, “hewldana birîndarkirina biçek” û “gefa biçek” doz hat vekirin.    Muhammed Eren Sutçu di 28’ê kanûna 2021’an de bi çek û kêrê êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribû û di êrişê de Ramazan Dişari û Azîz Şîmşek ên endamên HDP’ê birîndar bûbûn. Rêveber û endamên HDP’ê hewla qetlîamek ku dê bihata kirin, asteng kirin. Êrişkar li ser astengkirinê ji avahiyê reviya û ket firinek nêzî avahiya HDP’ê. Piştî nîv saetî ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin.    Êrişkar Sutçu piştî kar û barên îfadeyan ji aliyê Dadgeha Çaglayana Stenbolê ve bi şertê hefsa malê hatibû berdan.    LI SER ÎTÎRAZÊ HAT GIRTIN    Li ser medya dîjîtal bertek hat nîşandan ku Sutçu hatiye berdan. Li ser vê yekê dozgeriyê îtîrazî berdana êrişkar kir û ji nû ve hat binçavkirin û pişt re hat girtin. Sutçu li Girtîgeha Metrîsê 3 meh in girtî ye. Lêpirsîna derbarê êrişkar de temam bû. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê êrişkar Sutçu de ji sûcên “heqaret”, “hewldana birîndarkirina biçek” û “gefa biçek” îdianame amade kir û şand 39’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê. Vê dadgehê biryara nerayeyê da û dosyeyê şand Dadgeha Cezayê Asliye ya Nobedar a Bakirkoyê.    Di îdianameyê de hat xwest êrişkar ji sûcên ku kiriye were cezakirin. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku derbarê Sutçu de ji sûcê “endamtiya rêxistina terora çekdar” biryara dozvenekirinê hatiye dayîn.