Ji bo hevşaredara ku ji peywirê hat girtin ceza hat xwestin 2022-03-25 14:25:22   AMED - Ji bo Hevşaredara Çinarê Necla Temrîş ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin ceza hat xwestin.    Danişînên Hevşaredara Çinarê Necla Temrîş û Endama Meclisa Şaredariya Gêlê Bahar Karakûş Ûlûg ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" doz li wan hatibû vekirin hat dîtin. Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de Tamrîş û Ûlûg di 5'ê nîsana 2021'an de hatibûn binçavkirin û piştre jî hatibûn girtin. Di 16'ê hezîrana 2021'an de danişîna wan a yekemîn hatibû dîtin û hatibûn berdan.    BI SEGBÎSÊ TEVLÎ DANIŞÎNÊ BÛ   Îro jî danişînên wan cuda cuda li 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Destpêkê danişîna Ûlûg hat dîtin. Ji ber ku di çarçoveya operasyoneke beriya Newrozê hatibû binçavkirin û hatibû girtin Ûlûg ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Parêzerê Ûlûg Yûsûf Çakas, li danişînê parastina muwekîla xwe kir û xwest ku dosyayên wê bên yekkirin û daxwaza berdana wê kir.       DOSYA KIRIN YEK    Dozgerê dozê jî piştî parêzer Çakas xwest ku dosyayên Ûlûg bên yekkirin û ji bo amadekirina doznameyê ji dozgeriyê re bên şandin. Heyeta dadgehê, biryar da ku dosyayên Ûlûg bên yekkirin û ji bo amadekirina doznameyê ji dozgeriyê re bên şandin û danişînê taloqî 3'ê hezîranê kir.    JI TAMRÎŞ RE CEZA XWESTIN   Piştî danişîna Ûlûg danişîna doza Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş hat dîtin. Tamrîş ku berdayî tê darizandin tevlî danişînê nebû, lê parêzerê wê Serdar Çelebî li danişînê amade bû. Di danişînê de dozger tmutalaaya xwe pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Dozger, di mutalaayê de xwest bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" Tamrîş bê cezakirin.    Parêzer Çelebî, ji bo ku derbarê mutalaayê de parastin bike daxwaza dema zêde kir. Heyeta dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û biryar da ku şertê kontrola edlî ya derbarê Tamrîş de bê berdewamkirin û danişînê taloqî 8'ê hezîranê kir.