Doza parvekirina nîgara jinên Zapatîsta bi beraetê encam bû 2022-03-25 13:27:37   MÊRDÎN - Zîlan Ozçan a ku ji ber parvekirina nîgara temsîla jinên şoreşger ên Zapatîsta û wêneyê jina êzdî doz lê hatibû vekirin, beraet bû.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê Zîlan Ozçan de ji ber nîgara temsîla jinên şoreşger ên Zapatîsta û wêneyê jina êzdî ya li dijî DAIŞ’ê şer dike li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal parve kiribû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz vekiribû. Danişîna ewil a doza Ozçan li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Ozçan û parêzerê xwe di danişînê de amade bûn.    Ozçan parastina xwe kir û diyar kir ku parvekirinên wan wêneyan nabin sûc û xwest bê beraetkirin.    Parêzer jî parastina miwekîla xwe kir û xwest miwekîla wî were beraetkirin.   Dozger xwest Ozçan were cezakirin. Dadgehê diyar kir ku parvekirinên Ozçan li dijî qanûnan ne sûc e û biryara beraetê da.