Malbata Şenyaşar: Em jî mîna Diyojen di nava rojê de li ber edliyeyê li edaletê digerin 2022-03-25 12:01:56   RIHA - Malbata Şenyaşar ku çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Di sedsala 21’emîn de em jî mîna Diyojen li nava rojê li ber edliyeyê li edaletê digerin.”    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar; Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 382’yan de berdewam kir. Dayika Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş bû nekarî tev li nobetê bibe lewma Ferît Şenyaşar çalakî bi tenê domand.    Malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Di sedsala 21’emîn de em jî mîna Diyojen di nava rojê de li ber edliyeyê li edaletê digerin. Heta ku edalet pêk tê em û li dijî zîhniyeta ku qanûnan dide aliyekî û daraza serdestan têxin meriyetê têkoşîna xwe bidomînin!”