Salek û 6 meh ceza li parlamenterê HDP'ê Sarisaç hat birîn 2022-03-25 12:01:09   WAN - Parlamenterê HDP'ê Mûrat Sarisaç di doza ku jê dihat darizandin de salek û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.    Ji ber parvekirinên wî yên li ser medya sanal ên di navbera salên 2010 û 2015'an de derbarê Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç de doz hatibû vekirin. Danişîna doza Sarisaç hat dîtin. Rexmî parêzbendiya wî jî 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê darizandina Sarisaç neda rawestandin û di danişînê de biryar da. Heyeta dadgehê, bi sûcdariya "propgandaya rêxistinê" salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Sarisaç birî û aşkerakirina hikm taloq kir.