Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir 2022-03-25 11:52:09   STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û yên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dan.    Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di tecrîdeke giran de ye Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç, birayê Omer Hayrî Konar ê bi navê Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim ê bi navê Polat Yildirim û xwîşka Veysî Aktaş a bi navê Melîhe Çetîn, di roja duşemê de bi daxwaza hevdîtina bi xizmên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Malbatan bi heman daxwazê li ser Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê jî dan.    BERSIVA SERLÊDANAN NADIN    Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bi hinceta pêveka “Nexşerê” ku Ocalan li parastina xwe ya ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandî zêde kiribû, di 23’yê îlona 2020’an de ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dabû Ocalan. Her wiha di encama serlêdanên parêzeran de diyar bû ku di çileya 2021’an de jî cezayekî nû yê disiplînê li Ocalan hatiye birîn.    Qedexeya hevdîtinê diviya di 23’yê adarê de bi dawî bûbûya lê hemû serlêdanên parêzeran bêbersiv hatin hiştin. Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2-22’yê gulanê, 12-18’ê hezîranê û di 7’ê tebaxa 2019’an de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.    TELEFON QUT KIRIN   Ocalan ku ev 22 sal in li Îmraliyê de tecrîdê de tê ragirtin, cara ewil di 27’ê nîsana 2020’an de karî mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Li ser medyaya civakî derheqê rewşa Ocalan de agahiyên nebaş dihatin parvekirin û vê jî rê li ber fikar û bertekên mezin vekir. Li ser vê yekê jî di 25’ê adarê de Ocalan li ser telefonê dîsa bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Lê Mehmet Ocalan da zanîn ku axaftina wan di nîviyê de hatibû qutkirin.