Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin 2022-03-25 11:33:14   ÎZMÎR - Di danê sibehê de polîsan li navçeyên Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçavkirin.    Polîsan îro di saetên serê sibehê de li navçeyên Menemen, Buca, Torbali, Bayrakli û Konak ên Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê. Tevlibûna pîrozbahiya Newrozê ku di 20’ê adarê de li Qada Gundogduyê hatibû lidarxistin weke sedema binçavkirinê hate nîşandan. Hat zanîn ku ji bo 59 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayîn û ji van kesan 45 jê hatine binçavkirin.    Navên hin kesên hatine binçavkirin ev in: “Şeref Koseoglu, Erkan Koseoglu, Eyûp Koseoglu, Davût Polat, Mervan Gumuş, Ozlem Agaçdelen, Yildiz Turk, Harûn Yamaç, Dîlan Karakoç, Serkan Yildiz, Fûrkan Karataş, Altan Çalar, Serhat Kaya, Hayat Îzgî, Ozgur Ozturk, Şervan Erîdî, Aydin Çelebî, Robîn Oner, Hogir Sevgî û Saît Pamuk.”