Çelîk ê ÎHD’î: Divê ji bo girtîgehan xebatên encamgir bên destpêkirin 2022-03-25 10:23:28 ÎZMÎR - Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çelîk diyar kir ku divê ji bo bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan xebatên encamgir bên destpêkirin û wiha got: “Bi binpêkirinên heyî re dixwazin girtiyan di girtîgehê de birizînin.”  Binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Di van salên dawî de li gel mirina girtiyên nexweş, her wiha mirinên biguman ên weke “xwekuştin” tên pênasekirin jî lê zêde bûne. Herî dawî yek jê li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê û yê din jî li Girtîgeha Tîpa F a Wanê, du girtiyan bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li hêla din, agahiyên îşkence, tecrîd û nêzikatiya xerab a li girtîgehan her ku diçe bêhtir dikevin rojevê.    Qedexeyên ku bi taybet jî bi pandemiyê re hatine destpêkirin, hêj jî li girtîgehan berdewam in. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û nikarin dermanan hilgirin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); li girtîgehan 605 jê giran bi giştî herî kêm hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerabtir dibe û li gorî daneyên ÎHD’ê, ji serê salê heta niha herî kêm 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di serî de Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tugluk, Saziya Tipa Edlî (ATK) raporê nade gelek girtiyên nexwe.    ÎŞKENCE Û NÊZIKATIYA XERAB   Li gorî “Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan ên li Girtîgehan” ku Komîsyona Şopandina Mafên Mirovan ên Girtîgehên Navendî ya Baroya Amedê di dawiya sala 2021’an de amade kiribû û daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Edaletê dabûn; ji 30’ê mijdara 2021’an ve 295 hezar û 754 girtî û hikûmxwar li Tirkiyeyê hene. Li gorî “Rapora Binpêkirina Mafan ên Herêma Marmarayê yên 2021’an” ku Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê amade kiribû, binpêkirinên li girtîgehan di sala 2021’an de gelek zêde bûne. Di sala 2020’an de 450 serlêdan bo komeleyê hatine kirin û di van serlêdanan de 4 hezar û 805 binpêkirin hatine tespîtkirin. Di sala 2021’an de 326 serlêdan ji komeleyê re hatine kirin û ji van serlêdanan 6 hezar û 222 binpêkirin hatine tespîtkirin. Di serlêdanên sala 2020’an de 810 binpêkirinên tenduristiyê û di sala 2021’an de jî 1013 binpêkirinên mafê tenduristiyê hatine tespîtkirin. Bûyerên weke nêzikatiya xerab, derb kirin û îşkenceyê di sala 2021’an de li gorî sala 2020’an du qat zêdetir bûne û 1605 binpêkirin hatine tespîtkirin.    Têkildarî binpêkirinên li girtîgehan, Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çelîk bi ajansa me re axivî.    TECRÎD BERBELAV BÛ    Çelîk, diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan dikare di bin 3 sernavan de bên komkirin û wiha got: “A ewilî tecrîd e. Ev peyv, piştî ku Abdullah Ocalan birin Girtîgeha Îmraliyê derket holê. Ev tecrîd bi demê re li hemû girtîgehan hat ferzkirin. Tecrîd ne tenê ew e ku girtî bi mirovên din re hevdîtinê nekin. Her wiha destûrê nadin ku hem li hundirê girtîgehê û hem jî li derve bi kesekî re peywendiyan daynin. Mînak; cezayê hevdîtinê û ragihandinê didin girtiyan. Van cezayan dirêj dikin. Şêweyekî cuda yê tecrîdê di meriyetê de ye. Girêdayî tecrîdê, qadeke civakî tune ye ku girtî hem bi girtiyên din re sihbetê bikin û hem jî sporê bikin. Bi hinceta pandemiyê jî van binpêkirinan didomînin. Heta name jî bi hinceta pandemiyê hatin qedexekirin. Dixwazin girtiyan ji hêla psîkolojîk ve birizînin.”    TECRÎDEKE GIRAN LI TÎPÊN S HEYE    Di berdewamê de Çelîk destnîşan kir ku tecrîdeke girankirî li girtîgehên Tîpa S hene û wiha domand: “Li Tîpên S’yê hucreyên 3’yê 1 û 1’ê bi 1 hene. Li hucreyên 3’yê 1’ê de 3 hucreyên yekkesî hene û ji bo meşê qadeke wan a hevpar heye. Li hucreyên 1’ê 1 de jî tenê cihekî meşê heye. Tecrîda li ser hucreyên yekkesî hîn girantir e. Qet nebe dema her sê kesên din dixwazin bimeşin, îxtîmala hevdîtinê heye. Niha Tîpên S li Îdir û Bodrumê hene. Em fêm nakin bê ka bi kîjan aqilî ev girtîgeh çêkirine. Tecrîda li Tîpên S’yê, ji yên Tîpa F hîn girantir in.”    MIRINÊN LI GIRTÎGEHAN    Bi domdarî Çelîk bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ev tişt anî ziman: “Girtiyên nexweş ber bi mirinê ve diçin. Girtiyên muebbetê û yên muebbeta giran li girtîgehê nexweş dibin. Gelemperiya van beriya girtîgehê nexweş nebûn. Bi demê re ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş bûn. Ev nexweşiyên wan veguherîn nexweşiyên kronîk. Li girtîgehan pirsgirêka derman, tedawî û xwarinê heye. Ev jî rê li ber mirinan vedike. Ji serê vê salê heta niha 10 kes mirin. Navberekê raporeke ATK’ê hate ber destê me. Di raporê de qala sûcên girtî tê kirin. Lê weke bijîşkekî ne karê te ye ku tu wan sûcan li wir binivîsî. Karê te ew e ku tu li gorî pirsgirêkên tenduristiyê biryar bidî. Nexwe tu li gorî hiqûqa dijminatiyê tevdigerî. Em dixwazin ku êdî ne tenê raporên ATK’ê lê raporên nexweşxaneyên baş jî bên esasgirtin.”    NEBERDANA GIRTIYAN    Çelîk, bal kişand ser neberdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye û wiha pê de çû: “Bi taybet jî mafê berdana bikontrol ê girtiyên siyasî tê binpêkirin. Qanûn û bi kirina wan ne wekî hev in. Komîsyonên ji bo berdana bikontrol pir bi keyfî nêz dibin. Pirsên vala dikin. Bi astengkirina bikaranîna vî mafî re jî rewşa girtî 8 mehan dirêj dikin. Bi vê yekê re girtî ji cezayê xwe bêhtir di girtîgehê de dimîne. Her wiha girtiyên nexweş ên divê bên berdan jî nayên berdan. Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tugluk çend mînakên nêz in.”    RUXÎNA PSÎKOLOJÎK   Têkildarî neberdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî jî Çîçek wiha got: “Hem girtî û hem jî malbatên wan di hêla psîkolojîk de perîşe dibin. Malbat dibêjin qey bo berdana xizmê wan 2 roj man e. Odeya wî/wê amade dikin û amadekariyan dikin ku biçin bînin. Heta hinek malbat hene ku heta ber deriyê girtîgehê jî diçin lê destvala vedigerin. Hemû kes bi yek carê têk diçin. Li hêla din girtî ji dayik û bavê xwe re dibêje dê were berdan. Roja dawî jî nayê berdan. Hinek kes tevî ku 8 mehên mafê berdana bikontrol xelas kirine jî bi hincetên cuda nayên berdan. Ev jî girtiyan bêhtir ber bi mirinê ve dibe. Di hêla psîkolojîk de hem girtî û hem jî malbatê têk dibe.”    BINPÊKIRINÊN BI ZANEBÛN    Çelîk, daxuyand ku binpêkirinên li girtîgehan bi zanebûn tên kirin û bi van binpêkirina jî terikî rizînê dikin. Çîçek, bi domdarî bal kişand ser Newrozê û axaftina xwe wiha xelas kir: “Di qadên Newrozê de ji bo girtiyan dirûşm hatin berzkirin û xwedî li girtiyan hat derketin. Ev tiştekî erênî ye lê divê xebatên encamgir bên kirin. Divê çav û guhê her kesî li ser girtîgehan be. Divê qanûn bên guherandin. Divê parastvanên mafên mirovan ên serbixwe biçin girtîgehan biçin girtîgehan. Dema giliyek ji me re tê em ji saziyên peywendîdar re nivîsê dişînin. Lê diçin ji rêveberiyên girtîgehan dipirsin bê ka tiştekî wiha heye yan na. Piştre jî ji me re dibêjin tiştekî wisa nîne. Baş e çima ji kesê gilîker napirsin? Di heman demê de hewceye şandeyên serbixwe yên Yekitiya Bijîşkan jî bikarin têkildarî nexweşiyan lêkolînan bikin.”    MA / Tolga Guney