Genç: Newroz ji bo Tirkiyeyê dikare bibe destpêkeke nû 2022-03-25 09:49:29 AMED - Koordînatora Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk a Qadê Yuksel Genç  diyar kir ku Newroz dikare bibe starta serdemek nû û got: “Muxalefet heta daxwaza bi milyonan kesên di Newrozê de kom bûn nebîne, nikare soza Tirkiyek nû bide û heta ev girse neyê dîtin Tirkiyeyek nû nayê avakirin.”  Koordînatora Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk a Qadê Yuksel Genç daxwaz û atmosfera Newroza îsal ya bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye (Dem dema azadiyê ye)” nirxand.      NEWROZEK RENGÎN BÛ    Yuksel Genç destnîşan kir ku Newroz ji bo Tirkiyê dikare bibe destpêka serdemek nû û li Tirkiyê ev 6-7 sal in di warê mafê bingehîn û azadiyê de her tişt hatiye qedexekirin. Genç anî ziman ku di Newrozê de jî hat nîşandan ku gel qedexeyan û astengiyan naxwaze û got: “Newrozek gelek rengîn û girseyî bû. Di salên dawî de yek ji Newrozên herî xweş û dirûşmeya wê zelal bû.”    SEKNA GIRSEYÊ    Genç da zanîn ku di Newroza Amedê de xelk dîsa bi astengiyan re rûbirû ma û got: “Destûra fermî ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibû dayîn, lê belê dîsa jî em bûn şahidê astengî û qedexeyan. Mirov bi saetan di nokteyên kontrolê de hatin sekinandin û bernedan qadê. Ji bo girseyê belav bikin, çi ji destê polîsan hat kirin. Xwestin provoke bikin lê gel ji ya xwe ve neket. Tevî hemû astengiyan jî sekna gel hêja bû. Li gel mudaxile û qedexeyan jî bi sed hezaran kes li qadê kom bû û daxwazên xwe anî ziman.”    DAXWAZÊN GEL    Genç destnîşan kir ku li gel hemû astengiyan û qedexayan jî yekji peyama herî girîng a bi milyonan mirov daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û got: “Li gel azadiya birêz Ocalan, daxwaza yekitiya neteweyî ya kurd jî hat kirin. Vê carê gel siyaseta kurd vexwend avakirina yekitiyê. Berê partiyên siyasî vê daxwazê dikirin, lê vê carê gel bi reng, cil û flamayên xwe banga yekitiya neteweyî kir. Ev daxwaz ji bo hemû tevgerên kurd bû. Wek spartekê da pêşiya siyaseta gelê kurd. Her wih gel ji polîtîkay red û asîmîlasyonê re jî got na. Xelkê eşkere got polîtîkaya îktidarê bi kêrî tu tiştekî nayê.”    DIRÛŞMÊN JI BO OCALAN    Genç anî ziman ku di tevahiya pîrozbahiyên Newrozê de bênavber dirûşmên ji bo dilsoziya bi Ocalan re hatin berzkirin û wiha domand: “Bi milyonan mirov çareseriya demokratîk xwest. Navnîşana vê çareseriyê jî Îmraliyê nîşan dan. Gel xwest tavilê tecrîda li ser Ocalan rabe da ku bi rol û rista xwe ya ji bo aştî û çareseriyê rabe. Jinan û ciwanan ipr eşkere peyamên xwe anîn ziman.”    'DIVÊ ÎKTIDAR Û MUXALEFET DAXWAZAN BIBÎNE’    Genç destnîşan kir ku li qadên pîrozbahiyên Newrozê bi milyonan kurd û dostên xwe peyamên pir zelal dan muxalefetê û îktidara ku kurdan tune dihesibîne û got: “Heke ku muxalefeta ku îdia dike dê Tirkiyek nû ava bike û bibe îktidar, heta daxwaza bi milyonan kurd a di Newrozê de nebîne nikare tiştek bike. Muxalefet heta daxwaza bi milyonan kesên di Newrozê de kom bûn nebîne, nikare soza Tirkiyek nû bide û heta ev girse neyê dîtin Tirkiyeyek nû nayê avakirin. Divê muxalefet û îktidar daxwazan baş binirxîne.”    MA / Ergîn Çaglar