Li Êlihê di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da 2022-03-25 09:09:57   ÊLIH - Li Êlihê di encama qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.    Li Êlihê wesayîta bi pîleqeya 23 HK 638 li ser rêya derdorê ya Guneykentê li wesayîta ku ji aliyê din ve dihat da. Di encama qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek birîndar bû. Piştî qezayê tîmên tenduristiyê, AFAD û polîs sewqî cihê bûyerê hatin. Wesayîteke ku di qezayê de agir pê ket ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hat vemirandin.    Cenazeyên kesên ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan ji bo otopsiya wan bê kirin rakirin Nexwexaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê. Tîmên tenduristiyê kesê birîndar jî ji bo dermankirinê bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.