ROJEVA 25'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-25 09:00:17 * Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç diyar kir ku Newroz dikare bibe starta serdemek nû û got: “Muxalefet heta ku daxwaza bi milyonan kesên di Newrozê de kom bûn nebîne, nikare soza Tirkiyek nû bide û heta ev girse neyê dîtin Tirkiyeyek nû nayê avakirin.”  * Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek diyar kir ku tecrîd, rewşa girtiyên nexweş û neberdana kesên cezayê wan xelas bûyî çend binpêkirinên li girtîgehan in û wiha got: “Bi van binpêkirinan dixwazin girtiyan di girtîgehê de birizînin.”    * Dayikên girtiyan, destnîşan kirin ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û bang li berpirsan kirin ku li gor peywira xwe bînin cî.    * Derbarê 20 jinên ku 5 sal berê di çalakiya 8'ê Adarê de hatibûn binçavkirin, doz hat vekirin. Doza hatiye vekirin xwe disipêre delîlên trajkomîk ên wekî li ber çepikan berzkirina dirûşmeyan.    *  Hat hînbûn ku di Newroza Bismilê de jî kincên herêmî ên cêwiyên 5 salî ji wan hatine kirin û ew birine qereqolê.    * Midûriyeta Polîsan a Enqereyê bi hinceta "zirar dane wesayîta binçavkirin", do 2 hezar û 714 TL'yê ji bo tamîrkirina wesayîtê hatiye xerckirin ji 16 kesan xwest.    *  Jinan, anî ziman ku di Newrozê de bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketine û got: "Divê Ocalan azad bibe."    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 382'yemîn de berdewam bike.    * Danişîna doza endamên meclisa şaredariya HDP'ê Necla Tamrîş û Bahar Karakaş Ulug dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (10.00-17.00)   * Tora Têkoşîna Dijî Tundiyê dê têkidlarî binpêkirinên mafan ên di Newroza Amedê de qewimîn li Baroya Amedê daxuyanî bide. (11.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Wan û Îzmîrê berdewam bike. (13.00-16.00)