Agir bi Girtîgeha Eyyubiyeyê ket 2022-03-24 21:02:39   RIHA - Danê êvarî agir bi Girtîgeha Tîpa E ya li navçeya Eyyubiye ya Rihayê ket.    Ji ber sedemeke nediyar agir bi Girtîgeha Tîpa E ya li navçeya Eyyubiye ya Rihayê ket. Piştî îxbarê gelek îtfaiye û ambulans ber big irtîgehê ve hatin sewqkirin. Nehat hînbûn bê ka kesên birîndar hene yan na.    Malbatên li ber girtîgehê kom bûne, destnîşan kirin ku rayedar ji wan re tiştekî nabêjin.   Di sala 2012'an de jî agir bi heman girtîgehê ketibû û 13 girtî jiyana xwe ji dest dabûn.